Nivîsar

Demokratîzebûna Tirkiyeyê û Tevgera Kurd

Wek tê zanîn piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn Împaratoriya Osmanî ket bin bandora îngilîzan, fransızan, îtalyayiyan. Miletên balqanan (yunanî, bulgarî) rizgar bûn, dewletên xwe ava kirin. Miletê ereb di bin bandora fransızan û înigilîzan de li Suriyeyê û li Iraqê dewletên xwe yên nîv azad û mandaterî ava kirin.

Xulasa/bi kurtî Împaratoriya Osmanî parçe bû û wê desthilatdariya xwe ya fireh û metîngehkarî wenda kir. Bes Kurdistan di bin destê wan de ma. Di sala 1915-an de miletê ermenî qirkiribûn.

Piştî parçebûn û bandora dewletên rojava bi Peymana Sevrê jî biryar hat girtin ku Kurdistan û Ermenîstan di bin bandora navneteweyî de bibin dewlet. Lê piştî demekê melîkên osmaniyan jî bi tevayî desthilatdariya xwe wenda kirin, piştî sala 1919-an desthilatdarî ket destê M. Kemal û hevalên wî.

Desthilatdariya Kemalîstan, her çiqas di destpêkê de hewcedarî miletê kurd bûn, loma jî ji mafên miletê kurd re rêzgirtî xuya dikirin; lê piştî demekê û bi taybetî jî piştî Peymana Lozanê miletê kurd înkar kirin, îdeolojiyek fermî ya dewletê Kemalîzm pejirandin, gotin ku “kurd tune ne, kurd tirk in”, ji bona ku kurdan bikin tirk, sîstemek faşîst û kolonyalîst meşandin. Kurdan li hemberî ev siyaseta Kenmalîstan, serîhildanên milî pêkanîn. Kemalîstan ew serîhildanên kurdan yên rewa û serxwebûna Kurdistanê kiribûn armanc bi qetlîaman serkûp kirin û temirandin.

Bi Peymana Lozanê, Kurdistan bû çar parçe. Beşeki Kurdistanê ji destê Kemalîstan derket, bû du parçe û ketin bin desthilatdariya Dewleta Iraqê û Sûriyeyê. Kemalîstan piştî Peymana Lozanê bi her awayî pergelek/sîstemek/nîzamek otoriter, faşîst, kolonyalîst ava kirin. Dewleta Tirk ya Kemalîst bi destê yek partiyek partiya CHPê, yek serokek M. Kemal Atatirk, ji aliyê yek îdeolojiyekê kemalîzmê de hat îdare kirin û rêvebirin. Li hemberî vê sîstemê ew kes û rêxistinên ku mûxalefet kirin hamû hatin temirandin, hatin kûştin û hatin hepiskirin.

Vê sîstemê heta dawiya Şerê Cîhanî yê Duyemîn dom kir. Di sala 1946-an de Dewleta Tirk ya Kemalîst mecbûr bû, ku di bin bandora dewletên rojava û Emerîkayê de, ji aliyê din de ji bona ku xwe ji faşîzma Elmanan bişo -ku Dewleta Tirk ya Kemalîst hevalbendên Elmanan bûn-  sîstema pirpartitiyê bipejirîne.

Li Tirkiyeyê bi avabûna Partiya Demokrat a Menderes pêvajoya demokrasiyê bi awayekî dest pê kir û pişt re di sala 1950-yî de dema ku Partiya Demokrat bû hikûmet/desthilatdar, pêvajoya demokrasiyê hat merheleyek nû.

Partiya Demokrat raste rast wek partiyek dewletê ava nebû, wek partiyek nîvdewletî ava bû. Loma jî gel piştgiriya Partiya Demokrat kir. Partiya Demokrat jî xwest ku bi kurdan re li hevûdu bê. Bi malbatên milî yên kurd re danûstandin kir. Kurd di partiya xwe de kir parlamenter. Bi awayekî ji pirsa kurd re nêzikatî nîşan da. Kurdan jî bi piranî dengên xwe dan Partiya Demokrat.

Hezar mixabin di dema desthilatdariya Partiya Demokrat de jî mafên kurdan yên milî nehatin teslîm kirin. Ew pêvajoya sivîl û nîv-demokrat di 27-ê Gulan a 1960-yî de encama Darbeya/Kuteteya Leşkerî hat birîn. Leşker raste rast bûn desthilatdar. Lê desthilatdariya siyasî di sala 1962-an de bi kontrol teslîmî sivîlan hat kirin. Partiya berdewamiya Partiya Demokrat bû, ku ev Partiya Adaletê ye, bû dethilatdar a sıvîl û siyasî. Lê jiyana wan jî heta 12ê Adar a 1971-an Darbeya Leşkerî ya duyemîn ajot.

Di vê navberê de li Tirkiyeyê tevgera kurd û tevgera sosyalîst jî pêş ket. Kurdan di sala 1965-an de Partiya Demokrat ya Kurdistan a Tirkiyeyê bi awayekî sirî/veşartî ava kirin, lê di sala 1969-an de komeleyên vekirî, sivîl, demokrat û milî ava kirin. Ez jî yek ji damezirandine van rêxistinan bûm. Hezar mixabin di darbeya lişekerî ya duyemîn de rêxistinên kurdan DDKO (Argûnên Çandî yên Demokrat û Şoreşger) hatin qedexe kirin; berpirsiyar, damezranêr û endamên wê, hatin girtin. Kurdan di hemande de di partiya sosyalîst de TÎPê de jî xebata xwe ya kurdewarî meşandin.

Di sala 1973-an de desthilatdarî dîsa destê sivîlan û leşkeran xwe dan aliyekî. Dikarî bibêjî ku gavavêtinek din ya demokratîk bû. Piştî sala 1974-an gava demokratîzebûna Tirkiyeyê xurttir bû.

Di heman dem de Tevgera Milî ya Kurdistanê jî xurttir bû u gelek partiyên Kurdistanê ava bûn. Hezar mixabin  pêşiya vê pêvajoyê jî bi darbeya leşkerî ya seyemîn hat girtin.

Bi kurtî mirov dikare bibêje, ku ji bona demokratîzebûna Tirkiyeyê pêvajoyek gelek dirêj, merheleyên gelek cûda û rengîn û sedemên cûda hene.

Di demokratîzebûna Tirkiyeyê de gelek sedem hene: 1- Bandora Welatên Ewrupayê û Emerîkayê, taybetî jî di vê merheleyê de rola Yekîtiya Ewrupayê heye. Lewra ji bona ku Tirkiyeyê dixwaze bibe endamê Tirkiyeyê, divê pîvan û dezgehên demokrasiya Yekîtiya Ewrupayê bipejirînîn û ava bikin. Tirkiye hêdî be jî vê yekê dike. 2- Sedema duyemîn hêzên sivîl, nîv-demokrat yên burjuwaziya tirk e. Burjuwaziya tirk ya nîv sivîl û nîv-demokrat her demê li hemberî leşkeran bi awayekî pasîf muxalefet kirine û piştî darbeyên leşkerî bûne desthilat û hikûmet. 3- Muhxalefeta sosyalîst û gel û Îslamî ye. Tê zanîn ku hikûmeta nûha ji wê muxalefetê ava bûye û pêş ketiye û bûye desthilatdar. 4- Doza Miletê Kurd ya xwezayî û siyası ye. Lewra naveroka doza miletê kurd bi xwe ji demokratîzebûnê re rê ve dike. Loma dema me di sala 1976-an de Kovara Rizgarî weşand me gelek aşkere diyar kir, ku li Tirkiyeyê şerta demokrasiyê ya esas azadbûn û serxwebûn û desthilatdariya miletê kurd e. Hîç şik tune ye ku di vê merheleyê de doza miletê kurd dîsa di demokratîzebûna Tirkiyeyê de xwediyê rolekî gelek girîng e. Her çiqas, desthilatdaran PKKê sedem nîşan dan û gavên demokrat nexwastin bavêjin jî, ev rastiyek dîrokî ye.

                                    ******

Çekdarên PKKê û hebûna wan li Başûrê kurdistanê her dem ji bona Başûrê Kurdistanê bûye tehdît û tehlûkê. Nûha jî ev tehlûka dom dike. 

Tê zanîn ku PKKê gelek caran ji bona berjewendiya çar dewletên kolonyalîst, êrişî PDK û YNKê kir. Bi hezaran pêşmergê kûştin. Her dem dewletên Kurdistanê dagirkirine, PKKê sedem nîşan dan li Başûrê Kurdistanê operasyonê leşkerî kirin.

Ocalan, Herêma Federe ya Kurdistanê dijmin nîşan daye û ji leşkerên tirkan daxwa zkiriye, ew bibin alîkar, ew jî herêmê têk bibin, hilweşînin.

Di vê merheleyê de jî PKKê mûtefîqê dewleta Îran, Sûriye, Malîkî ye; hevalbendê Beşar Esat in.

Herême Federe ya Kurdistanê di vê merheleyê de bi Dewleta Tirk ya Kemalîst re xwediyê pêwendiyek xurt e. Ev pêwendî li berjewendiya Kurdisatanê ye.

Tirkiye di hamen dem de bi Emerîkayê re di nav îtifaqa gelek xurt daye.

Loma jî di pirsa PKKê de di navbeya hersê terafan de peymanek û danûstandinek heye.

Lê ez di wê baweriyê de me, ku ev danûstandina dawî ya di navbeya Tirkiyeyê û Ocalan de bi her rengî ya dewleta tirk ya Kemalîst e. Piştî ku Ocalan ji kontrola leşkeran û ergenekonê derket, ket bin bandora hikûmetê, Ocalan mecbûr bû ku biryara çekberdanê bide.

Nûha di navbeyan Dewletê û Ocalan de mizekerek tune ye. Hikûmet çi dibêje, ew jî dipejirîne.

Lê ev pêvajoya û danûstandina di berjewendiya Hikûmeta Kurdistanê û Emerîkayê de ye jî. Loma jî jê re piştgişrî dikin. Ji bona ku ev pêvajoya serkeftî bibe alîkarî dikin.

                                                ******

Her çiqas dewletê xwest ku bi darbeyên leşkerî Tevgera Bakûrê Kurdistanê ji holê rake jî, piştî salên 1974-an Tevgera Bakûrê Kurdistanê gelek pêş ket, gelek rêxistinên Kurdistanî ava bûn, gel ji wan re piştgirî kir. Tevgera Bakûrê Kurdistanê beriya darbeya leşkerî ya 1980-yî qerekterek cemahîrî/kîtlewî qezenç kir.

Di wê merhelkeyê de Dewleta Tirk ya Kemalîst li hemberî miletê kurd û tevgera milî ya Kurdistanê stratejiyek nû pejirand. Ew stratejiya nû: Tevgera Bakûrê Kurdistanê ji hûndir de teslîm girtin, tasfiye kirina rêxistinên Kurdistanê û jiholêrakirina hêz û dînamîkên milî û civakî yên tevgera milî bûn.

Loma jî bi destê Ocalan PKkê hat ava kirin.

PKKê piştî ku bi Dewleta Iraqê, Îranê, Sûriyeyê re pêwendî çê kir, ji Dewleta Tirk  a Kemalîst biçek dûr ket. Lê PKKê ev car bes li Tirkiyeyê ne, li hemû beşên Kurdistanê ji bona ku tevgera Kurdistanê ji holê rabe xebat kir. Encama vê siyasetê gelek rêxistinên Kurdistanê hatin tasfiye kirin, li hemû beşan partiyên bi PKKê re  girêdayî hatin ava kirin, bi hezaran kurdperwer û pêşmerge hatin kûştin.

Di vê merheleyê de jî, PKKê ji bona desthilatdariya miletê kurd ne, ji bona desthilatdariya xwe xebat dike. Dixwaze Kurdistanê bike Koreya Bakûr û Koreya Başûr. Kurdistanê ji nûve parçe bike.

Yanî Dewleta Tirk ya Kemalîst ji bona stratejiya xwe PKKê bi kar anî. Nuha jî Hikûmeta Erdogan PKKê bi kar tîne. Lê ev Îslamî ji kemalîstan wîjdanîtir, bi aqiltir in jî. Ewê ji bona berjewendiya xwe, beşek mafên çandî û zimanî bipejirînin.

Lê tu wext mafên miletê kurd yên hikumranî, desthilatdarî, serwerî napejirînin û qebûl nakin.

                                                     ******

MHPê û CHPê ji çekdariya PKKê xwediyê berjewendiyê ne. Ew bi xwe nikarin bi rêya demokratîk û hilbijartinê zora Hikûmeta AK Partiyê bibin. Ew loma çekdarên PKKê ji bona xwe wek alîkar dibînin. Lewra tê zanîn ku heta ev dema dawî jî, PKKê digot ku emê bi şerê çekdarî û Şerê Gel yê Şoereşgerî zora hikûmetê bibin; herêmên rizgarkirî ava bikin.

Loma MHPê û CHPê ew naxwazin ku PKKê dev ji çek berde. Ew baş dizanin ku PKKê projeyek dewletê ye. Zêtir dê xizmetî dewletê bike. Ew jî partiyên Dewleta Tirk ya Kemalîst in. Ew xurtbûna dewletê her dem dixwazin.

                                              ******

Pêşî Dewleta Tirk a Kemalîst, pişt re jî dewletên din yên herêmê çek dan destê PKKê, gorî berjewendiya xwe bi kar anîn. Zêdetir berjewediya miletê kurd li hemû beşan di çekberdana PKKê de ye. Lê ez ne di baweriyê de me dewletê herêmê îzin bidin, ku PKKê dest ji çek berde.

Berjewendiya berpirsên PKKê û hebûna PKKê bi çek, rê nade ku PKKê dev ji çek berde. Berpirsên PKKê nûha li ser serê gel xwediye îmtiyazên mezin in, xwediyê statuyek civakî, siyasî, leşkerî ne.  PKKê bi çek li Kurdistanê împeratoriyek tirsê û otorîter ava kiriye. Li ser siyaseta Kurdişastanê xwediye bandorek monopol e.

Dema ku PKKê dest ji çek berde, pêvajoyek nû li Kurdiastanê dest pê dike. Siyaseta milî rengekî nû qezenç dike. Partiyên nû yên navendî û Kurdisatanî dê ava bibin. Kurdên raste rast ji bona mafê xwe yê çarenivîsiyê xebat bikin. Gelek bi hêsanî dewleta federal, konfederal, serbxwe daxwaz bikin.

Yanî li Kurdistanê Bihara Miletê Kurd dest pê dike.

                                           ******
                                              
Kurd, bi hemû taybetiyên xwe miletek /netewek e. Kurd, li Rojhilata Navîn jî, ji aliyê hejmar de piştî miletê ereb miletê duyemîn e. Ji bona welatê me Kurdistan hatiye parçe kirin, miletekî parçakirî ye. Li sê beşên û parçeyên Kuıtrdistanê di bin desthilatdariya kolonyalîst yên Dewleta Tirk ya Kemalîst, Îranê, Sûriyeyê de ne. Bes li beşa Başûrê Kurdistanê miletê kurd azad e, xwediyê desthilatdarî, serwerî, hikumranî ye.

Loma jî miletê kurd jî wek her miletekî xwediyê mafê çarenivîsiya xwe ye.

Miletek mafê çarenivîsiya xwe bi îradeya xwe dikare, bi awaye dewleta serbixwe, dewelata federal û konfederal qedera xwe tespît û tayîn bike. Li pêş kurdan jî ev sê rêyan û alternatîvan hene. Kurd jî dê gor van sê alternatîvan qedera xwe tespît bikin.

Di van şertan de alternatîfa dewleta federal raealîstir, demokratîktir e. Lewra bi sîstema federal kurd li ser axa xwe dikarin bibin desthilatdar, serwer, hikumran. Xweseriya demokratîk, parçekirina Kurdiastanê ye. Ew projeya li berjewediya dewletê ye. Pêşî li desthilatdarî, serwerî û hikumraniya hevbeş ya kurdan digre.

Ji bona hemû beşên Kurdistanê model û pêşdîtina Serokê Kurdistanê MesutBarzanî û Başûrê Kurdistanê rast e.

Hûn dizanin ku di sala 2003-an de Celal Talabanî û berpirsê Emerîkayê Bremer li ser sîstema eyaletê li hev kiribûn Serokê Kuırdistanê Mesut Barzanî, miletê kurd, partiyên Kurdisatanê li dijî vê projeyê derketin. Lewra wê projeyê Iraq dikir 18 beş, Kurdistan jî carek din dikir çend parçeyan.

Loma sîstema federal ji bona yekîtiya Kurdistanê û kurdan di destpêkê de pêwîst e. Lê divê vê yekê miletê tirk jî bixwaze. Dema ku miletê tirk nexwest, miletê kurd ji bona xwe dewleta serbixwe daxwaz dike û jibona vê têkoşîn dimeşîne.

Dema ku li Kurdistanê sîstemên federal pêk bên jî, divê bê zanîn ku yekîtiya Kurdistanê û miletê kurd jî, pirsek stratejîk e. Divê federalî di vê çarçewe û hedefê bê parastin.

Amed, 29. 03. 2013

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Back to top button