Xiyaneta 16ê Cotmeha 2017 û encamên wê
Îro şeşemîn salvegera xiyaneta 16ê Cotmeha 2017 û firotina Kerkûkê ye. Kerkûk a ku wek dilê Kurdistanê dihat binavkirin, bi destê xiyanetkaran hat firotin û îro bi reng û dengê xwe bûye bajarekî Ereban.
Kerkûk ne tenê bi dewlemendîya xwe ya neftê, bi erdnîgarî û jeopolîtîka xwe jî bajarekî stratejîk e. Heger xiyaneta 16ê Cotmehê nehatiba kirin, îhtîmala berhema referandûmê û serxwebûna Kurdistanê nêzîktir dibû. Xiyanetkaran ev yek dît û bi alîkarîya zirbavên xwe Kerkûk ji dilê Kurdistanê derxistin û kirin dilê Ereb û Farisan.
Piştî xiyanet û firotina Kerkûkê, guhertina demografîya Kerkûkê xurttir û zêdetir bû, Kurd ji rêveberî û dezgehên Kerkûkê hatin dûrxistin û rol û bandora wan a leşkirî û îdarî nema. Bi ser ku halîhazir piranîya niştecîyên Kerkûkê Kurd bin jî, ev yek her ku diçe kêmtir dibe û nifûsa Ereban li Kerkûkê tê zêdekirin. Ev yek ji bo plan û projeyên pêşerojê amadekarîyek e. Guhertina demografîyê û Erebkirina Kerkûkê ji bo referandûmên pêşerojê Kurdistanîbûna wê amadekarîyek xeter e. Kerkûk bi saya serê xiyanetkaran ket vî halî û sedema herî mezin a guhertina demografî û Erebkirina wê dîsa ew in.
Hikûmeta Bexdayê û Melayên Tehranê bi Erebkirina Kerkûkê dixwazin nasname û Kurdistanîbûna Kerkûkê biguherin. Ji ber vê jî, zevîyên gundîyên Kurd dişewitînin, dest datînin ser erd û zevîyên wan, Kurdan becmûrî koçê dikin û Ereban li şûna wan bi cîh dikin, Bi taybet pişyî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an guhertina demografîya Kerkûkê û Erebkirina wê pir zêdetir bûye. Bi vê xiyanetê beşek mezin ji xaka derveyî îdara Herêma Kurdistanê ji dest çû û sînorên Herêma Kurdistanê tengtir bû.
Kerkûk a ku bi dest û hevkarîya YNK, PKK, Goran û partîyên din hat firotin, di şeş salîya xwe de di bin potînên Ereb û cerdevanên Îranê de xwîn digirî û gav bi gav ji nasname û Kurdistanîbûna xwe tê dûrxistin. Veger û vegerandina Kerkûkê şert û pêwistîyek mezin e. Divê PDK hewl bide ku di nêzîktirîn demê de vegere Kerkûkê li li vî bajarê qedîm dîsa bibe xwedî gotin û berdevkîya Kurdan bike, li Kerkûk û Kurdên Kerkûkê xwedî derkeve.
Di şeşemîn salvegera xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an de em xiyanet û firotina Kerkûkê şermezar û rûreş dikin.