Cîhan

Mahmûd Ebas: Hamas nûnertîya Filistînîyan nake

Serokê Dewleta Filistînê Mahmûd Abbas, bal kişand ku Hamas ne di wê astê de ye ku nûnertîya gelê Filistînê bike û got: “Ya ku wê dagîrkerîyê bi dawî bike, pêdivîya çareserîyek siyasî ye. Yekane nûnerê rewa yê gelê Filistînê, bi biryarên xwe, bi bername û polîtîka xwe, Rêxistina Rizgarîya Filistînê ye”.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê Wafa, Abbas bi Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro re bi telefonê axivî ye. Di hevdîtinê de Abbas gotiye, “Divê êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezzeyê raweste. Divê Filistînî bên paraztin, ji bo Xezzeyê korîdorên alîkarîya însanî bên vekirin, av, ceyran û sotemenî ji bo welatîyên li wir bên şandin”.

Abbas diyar kir ku ew li dijî kujtina sivîlên her du alîyan e û bang li her du alîyan kir ku girtî, hêsîr û sivîlan serbest berdin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button