Cîhan

Hamasê 3 girtî serbest berdan

Li Xezzeyê, baskê leşkerî yê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn el-Qassam, jinek cihû du zarokên wê yên ku dîl girtibûn, serbest berdan.

Li gor nûçeya El Cezîre ya Qeterê, Tugayên Qassam jinek cihû û zarokên wê yên ku di pevçûnan de dîl girtine, serbest berdan.  

Pevçûna Îsraîl û Filistînê Baskê çekdar ê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam, sibeha 7ê Cotmehê bi navê “Tofana Eqsayê” êrîşek berfireh li dijî Îsraîlê pêk anî. Di dema ku bi hezaran roket ji Xezzeyê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, komên çekdar ên Filistînê êrîşî Derîyê Sînor ê Beyt Hanûn-Erezê yê li ser sînorê Gazze-Îsraîl kirin û desteser kirin. 

Komên çekdar piştre ji vir derbasî nav niştecîhên nava Îsraîlê bûn û artêşa Îsraîlê bi dehan balafirên şer êrîşî Xezzeyê kir. Hat ragihandin ku di êrîşên ji Xezeyê hatin kirin de 1200 Îsraîlî jiyana xwe ji dest dane.

 Wezareta Tenduristîya Filistînê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de hezar û 100 kes mirin û 5 hezar û 339 kes jî birîndar bûn. 

Back to top button