CîhanRojev

Pentagon: Me dronek a Tirkiye êxist xwar

Pat Rayder, berdevkê Pentagonê, di konfiranseke çapeniyê de dibêje: Me ji bo xweparastinê Dronek a Tirkiyeyê xistiye xwarê, herwesa çi sedem tûneye ku Tirkiye êrîş bike.

Pat Rayder got: Ew balafira bêbalafirvan li ser hêzên me xeter bû. Em ji ber topbaranên Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê dilgiran in. Pat Rayder dibêje: Tirkiye hevpeymaneka me ya nêzîk e û em ji bo şerê PKKyê piştevaniya wê dikin. Herwesa mafê Tirkiyeyê ye ku gel û welatê xwe biparêze.

Berdevkê Pintagonê daxwazê ji Tirkiyeyê dike ku di êrîşên xwe yên li ser Sûriyeyê hemahenga hêzên Amerîkayê be.

Pat Rayderî herwesa amaje da: Xistinexwara balafira bêbalafirvan a Tirkiyeyê rûdaneka nexwestî bû.

Back to top button