Hollanda, Belçîka û Luksemburg ji roja Yekşemê ve sînor ji bo polîsan rakirin. Bi mebesta ku li dijî koçberîya neqanûnî û pirsgirêka narkotîkê şer bikin, dikarin bê destûr derbasî welatê din bibin. Yekîneyên polîsên her sê welatan wê karibin sûcdarên li ser xaka hev bişopînin û desteser bikin.
Di peymana Belçîka, Hollanda û Lûksembûrgê (ku wek welatên Benelûksê tên binavkirin) de hat destnîşankirin ku polîs “bê asteng û bêsînor” kar dike. Peyman bi taybet armanc dike ku li dijî bazirganîya narkotîkê û koçberîya neqanûnî şer bike.
Di çarçoveya peymanê de, wek mînak, polîsên Hollandayê wê bikaribin sûcdaran heta Belçîka an Luksemburgê bişopînin û li nav axa van welatan binçav bikin.
Bi heman awayî, polîsên ji welatên din wê karibin li Holandayê bişopînin û bigirin.