Serokê YNKyê Bafil Talebanî derbarê rewşa Kerkûkê de peyamek belav kir û dilgiriniya xwe li hemberî êrişên li Kerkûkê nîşan da.
Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên PDKyê ji roja 28ê Tebaxê ve, li Kerkûkê rêya Kerkûk-Hewlêrê girtiye.
Kurdên li Kerkûkê li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xist û nerazîbûna xwe nîşan da.
Bafil Talebanî diyar kir ku di encamên êrişên hêzên Îraqî de şehîd û birîndar hene û got:
“Em ji ber bûyerên nexwestî yên li Kerkûkê û şehîdkirina xortekî Kurd û birîndarkirina gelek kesên din dilgiran in.
Em ji ber bûyerên nexwestî yên li Kerkûkê û şehîdbûna xortekî kurd û birîndarkirina gelek kesên din dilgiran in.
Em hemû hewldan û armancên wêranker ên ji bo têkbirina biratî û jiyana hevbeş li Kerkûkê bi tundî şermezar dikin lê divê di zûtirîn dem de berpirsên ji şehîd û birîndarkirina zarokên me bên girtin û radestî dadgehê bên kirin.”
Bafil Talebanî tezez kir ku xelkê Kerkûkê hêjayî rêzdariya û xizmeteke girîng in û wiha pê de çû:
“Ne ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî bibin qurbaniyên destkeftiyên taybet. Em bi tundî li dijî vê siyaseta xerab û neheq in û qebûl nakin ku xwîna ciwanên me li ser navê hestê netewî bê rijandin û bi qeder û canê wan were lîstin.”
Talebanî bang li hemû aliyên pêwendîdar bi taybet hikûmeta Iraqê kir ku demildest rê li rijandina xwînê bigirin û dawî li rewşa heyî bînin û got:
“Herwiha em daxwaza bilezkirina asayîkirina rewşa Kerkûkê dikin û em hişyariyê didin ku berdewamiya rewşê bi vî awayî nayê qebûlkirin.
Lewra em bang li hemû aliyan dikin ku bi berpirsyariya herî mezin bi rewşê re rûbirû bin û rê li ber fitne û parçebûnê bigirin.
Pêwîste her kes hevkarî û hemahengî ji bo bidawîkirina vê rewşê û parastina aştî û biratiyê di navbera hemû netewe û pêkhateyan de li Kerkûkê bike.”
Serokê YNKyê Bafil Talebanî herwiha sersaxî ji malbata Hawkar Ebdullah re xwest û got:
“Bila ruhê şehîd Hawkar rihet be û ji malbata wî ya serbilind re sersaxiyê dixwazim. Ez ji Xwedayê mezin sebrê ji hemû aliyekî re dixwazim û ji birîndaran re şîfayê.”