Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Şiwanî derbarê xwepêşandan û aloziyên li Kerkûkê ji Rûdawê re axivî.
Amir Şiwanî diyar kir ku di xwepêşandanan de 3 kes şehîd bûne û got:
“Hejmara şehîdên xwepêşandanan bû sê kes. Hawkar Ebdullah, pêşmergeyê bi navê Star Seîd û welatiyaê sivîlSemed Mihemed Remezan şehîd bûne.”
Amir Şiwanî da zanîn ku 9 kesên din jî birîndar bûne û got, “Ev 7 roj in beşek ji Ereb û Tirkmenên Kerkûkê rêya sereke ya navbera Hewlêr û Kerkûkê girtine.”
Bi gotina Amir Şiwanî xwepêşanderên ku rêya Hewlêrê girtine ne hemwelatiyên asayî ne, xwepêşandan zêdetir siyasî ye.
Şiwanî got, “Welatî nikarin bên û rê bigrin. Ji ber vê yekê divê siyasetmedar konên ku vedane rakin ji ber kupolîs bi serê xwe nikarin vê bikin.”
Ji aliyeke din ve, çavkaniyên ji Parêzgariya Kerkûkê ji peyamnêrê Rûdawê re ragihandin ku piştî destwerdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, konê çalakvanên Ereb hatiye rakirin û rêya Kerkûk-Hewlêrê hatiye vekirin.
Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên PDKyê ji roja 28ê Tebaxê ve, li Kerkûkê rêya Kerkûk-Hewlêrê girtiye.
Li wî bajarê Başûrê Kurdistanê Kurdan li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xist û nerazîbûna xwe nîşan da.