PolîtîkRojev

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê rewşa ewlekariya Kerkûkê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî di derbarê rewşa Kerkûkê daxûyaniyek da. Serok Nêçîrvan Barzanî di daxûyaniya xwe de dibêje: Berpirsiyariya hemû aliyane ku aramî û asayîşê biparêzin û bi ti egerekê rê nedin rewşa ewlekariya Kerkûk û parêzgehê aloz bibe.

Daxûyaniya Serokê Herêma Kurdistanê:

Girtina rêya Hewlêr-Kerkûkê di 6 rojên borî de neqanûnî bû, mixabin heta niha jî ev kiryara neyasayî ji aliyê rêveberiya Kerkûkê ve nehatiye rakirin! Kerkûk pêwîstî bi cîbicîkirina yasa û destûrê heye û pêwîstiya zêdetir bi karên neyasayî nîne!

Îro welatiyên Kurd ên Kerkûkê li dijî girtina rê xwepêşandan kirin, lê mixabin bi tundî bersiva wan hat û di encamê de ciwanek hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Dema em bi fikariyeke mezin li van aloziyên ewlehiyê dinêrin û ji nêz ve rewşê dişopînin. Em gulebarankirin û avêtina çekan li dijî xwepêşanderên sivîl bi tundî şermezar dikin. Çêkirina kaosa ewlehiyê li Kerkûkê metirsiyeke cidî li ser jiyana hevbeş, ewlehî û aramiyê çêdike.

Divê aliyên peywendîdar ên hikûmeta Iraqa Federal demildest tedbîrên pêwîst werbigirin û erkê hêzên ewlehiyê ye ku ewlekariya hemû pêkhateyên Kerkûkê bê cudahî biparêzin û rûbirûyê gulebaran bibin û piştre bên vekirin.

Berpirsiyariya hemû aliyane ku aramî û asayîşê biparêzin û bi ti egerekê rê nedin rewşa ewlekariya Kerkûk û parêzgehê aloz bibe. Divê her kes xwe nas bike, rê bên vekirin û aramî û jiyana asayî ji bo welatiyên Kerkûkê vegere.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2023/9/2

Back to top button