Nivîsar

Kîne derewçîn û berjewendîperest???

Di welatekî weke Kurdistanê de xwendin û gengeşî nemîne, hûn bizanibin li wir cahîlê û nezanî destpê dike.

Bûbê Eser

Kî zêde parastina namûs û ehlaqê bike, 

hûn  bizanibin ê herî namûsiz ew e. (Friedrich Nietzsche)

Ez jî dibêjim:

Dewr û deman hatiye guherandin. Derew bûye rastî û rastî bûye derew. Li gor vê guherandinê jî rewşa bakurê Kurdistanê û ya siyasetmedaran bi giştî helwest, nerîn û gotinên hinan divê mirov berovacî bixwîne.

WEKE:

Siyasetmedarên sibê heta êvarî behsa yekitiyan dikin û ji bona wê gaveke berbiçav navêjin, hûn bizanibin ku ew bi xwe li dij yekîtiyê ye.

Kesên sibê heta êvarî karên wan bû be behskirin û devavêtina fesad û kesên boxyanan dikin, hûn bizanibin fesad û boxtanciyê herî mezin ew bi xwe yî. Ji bona fesadî û boxtanên xwe veşêrin tim vê bi bîr tînin û dev davêje vana.

Kesên her roj serxwebûna Kurdistanê diparêzin û vê sloganê weke benişt di devê xwe de dicûn û ji bona vê gaveke berbiçav navêje, hûn bizanibin ku ew di vê daxwaza pîroz de gelek tiştên gemarî ku dixwaze veşêre, heye.

Kesên tim dibêjin: Ez li dij berjewendiyên sexsî me, roj roja parastina berjewendiya neteweyî û ji bona vê gavekê navêje, hûn bizanibin ji wî mezintir berjendîperest kes tune ye.

Tu bala xwe bide partiyên kurdan yên li bakurê Kurdistanê, tê bibîne ku rêvebirên piraniyan, ji kesên nezan, nexwenda û cahîlan pêk tê. Kesên weha jî ji bilî xwe tu tiştekî din nikarin bifikirin. Ji ber ku perwerdahiya zanînê nedîtine, ne xwendine, tênegihiştine ku mirov çiqasî bixwîne mirov ewqasî zana û bîrewir dibe.

Hin ji kesên weha jî îro ketine serê kaniyan û wê ava ji kaniyê tê bera ser erda xwe dide. Dizanin lê  naxwazin bifikirin ku ew av ji bona avadana erdê welatekî ye.

Mirovek çiqasî bixwîne mejiyê û dîtina mirov jî ewqasî fireh, zana û têgihiştî dibe. Ji ber ku dagirkerên me vê baş dizanin, loma naxwazin û nexwestine ku kesên ji welatê wan dagirkirine zana û bîrewir bibin.

Vê rewşê tesîra xwe li kesên li Kurdistanê dijîn ango kurdan kirî ye. Di dema salên 1970 heta sala 1980ê tu li partiyên Kurdistanî dinêre ku serok û rêberên wan ji kesên xwenda û zana pêk hatibûn. Rêvebirên herî kêm lîse qedandinbûn…

Loma wan dixwestin ku endamên wan jî zana bibin. Ji ber vê jî perwerdeyî û xwendin bi awayekî berfireh dihate kirin. Şaş an çewt ew tiştekî din e. Lê her roj xwendin û gengeşî di nava welatparêzan de pêk dihat.

Kirîn û firotina pirtûkan gelek caran têrî xwendevanan nedikirin. Gelek caran hin pirtûk çar pênc  caran dihatin weşandin. Bi saya wê xwendinê û gengeşiyên nava welatparêzan de têgihiştina meselayan jî baştir dihatin fêm kirin.

Lê îro xwendin nemaye. Gengeşî tu ne ye. Di welatekî weke Kurdistanê de xwendin û gengeşî nemîne, hûn bizanibin li wir cahîlê û nezanî destpê dike. Bi serokatî an rêvebiriya kesên nezan û nexwenda jî tu welat nayê azadkirin. Ji ber nikarin biafirînin û bi xuliqînin.

Yên îro li pêşin jî ew kesên min li jor behs kirine. Loma jî tevgerên bakurê Kurdistanê nikarin xwe nû bikin. Ji ber ku nûjenî bi saya kesên nûjen pêk tê. Lê yên me piraniya wan yên salên 1960 heta 1980ê ne. Kesên weha jî qalibê xwe girtine û nikarin ji wî qalibî derkevin.

Çareserî:

Divê hemî serok û rêvebirên partiyên Kurdistanî yên li bakurê Kurdistanê rewşa xwe berçav bikin. Bizanbin û fêr bibin ku bi mejiyên kevn partiyên nûjen nayên avakirin. Divê fêm bikin ku bi fikrên kevn rêyên nûjen nayên dîtin.

Divê êdî ev jî bê zanîn ku di rewşa îro de kî zêde li dij çi be û ji bona guherandina wê gav navêjin hûn bizanibin ew bi xwe, ew e.

Çareseriya herî maqûl ew e ku êdî ciwan bibin pêşkêşê welatê xwe, ciwan bibin serok û rêberên partî û hêzên kurdistanî. Piraniya rêvebirên me yên îro yên partiyên Kurdistanî ji tunebûna ciwanan acizin an gazinan dikin, lê yek ji wan jî zarokên xwe nakin endamên xwe. Wan nakin rêber û pêşevanê xwe. Rêya ciwanan girtine û dibêjin: “Ciwan tune ne”

Back to top button