CîhanRojev

Mohleta ku ji bo Iraqê hatiye dayîn nayê dirêjkirin

 

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî, diyar kir ku li ser sînorên Rêveberîya Herêma Kurdistanê “bêçekkirin û veguheztina komên çekdar ên muxalîfên Îranê” bi hikûmeta Bexdayê re li hev kirine.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNA, Kenanî di civîna xwe ya çapemenî ya heftane de pirsên di derbarê rojevê de bersivandin.

 Kenanî li ser rêkeftina ku wan ligel rêveberîya Bexdayê çêkiriye agahî da û got: “Li gor rêkeftinê, hikûmeta Iraqê wê heta 19ê Îlonê çekdarên terorîst bêçek bike û wan veguhezîne kampên ku diyar kirine”.

 Kenanî amaje bi wê yekê jî kir ku hikûmeta navendî biryara pêwendîdar bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihandiye û diyar kir ku mohleta navborî nayê dirêjkirin. 

Kenanî her wiha got: “Em çaverê dikin ku rêkeftina navbera hikûmeta Îran û Iraqê bi temamî bê cîbicîkirin. Eger Iraq piştî bidawîhatina vê heyamê sozên xwe cîbicî neke, hikûmeta Îranê wê erkên xwe yên ji bo dabînkirina ewlehîya welêt bi cîh bîne”.  

 

Back to top button