Hat ragihandin ku Rûsyayê hişyarî da leşkerîn Wagner ên li Sûriyeyê ku, yan çekên xwe radest bikin û ji Suriye derkevin yan jî beşdarî artêşa Rûsyayê bibin.
Hate diyarkirin ku, dema Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Yunus-Bek Yevkurov serdana Suriye kirî , li gel rejima Suriye rewşa leşkerên Wagner li vî welatî jî anîye rojeve.
Li gorî nûçeya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), Yevkurov di serdana xwe ya Sûriyeyê da xûyakirin ku, Wagner neçar maye yan wê ji vî welatî derkeve, yan jî di bin kontrola hêzên Rûsyayê de li vî welatî tevbigere.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku piştî hevdîtinan Wezîrê Parastinê yê rejîma Esad Elî Mehmûd Ebas bi rêveberên Wagner ên Sûriyeyê re hevdîtin pêk anî.
Hat diyarkirin ku Abbas di vê civînê de ji rêberên Wagner re pêşniyar kiriye ku di nava mehekê de çekên xwe deynin û ji Sûriyeyê vekişin an jî di bin fermandariya Rûsyayê de tevbigerin.
Beriya demekê Rûsyayê Wagner û komên din ên çeteyên Rûsyayê neçar kiribû ku tevlî artêşa asayî bibin.
Li gorî Rewangehê 2000 endamên Wagner li Sûriyê hene.