Parlamenterê Êzdî yê Parlamentoya Iraqê Mahma Xelîl diyar kir ku ji ber peymana derxistina PKK ji navçeya Şingalê ya Mûsilê nehatiye cîbicîkirin, gel ditirse vegerin welatê xwe.
Wekîlê Êzdiyan Xelîl, di daxuyanîya xwe de diyar kir ku lihevkirina di navbera Bexda û Hewlêrê de di 9ê Cotmeha 2020an de pêk hat û tê de derxistina PKK ji Şingalê tê xwestin. Pêkhatina vê peymanê daxwaza gel e.
Xelîl diyar kir ku hikûmeta Iraqê soz daye wê peymanê bi cîh bîne û got: “Lê belê ji ber ku li gor berjewendîyên welatekî herêmê û hin komên neqanûnî tevnagere, vê yekê nake. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê jî vê peymanê dişopîne”.
Xelîl diyar kir ku divê li Şengalê ewlekarî, xizmetguzarî û binesazî bên sererastkirin.
Xelîl teqez kir ku li navçeyê valahîya ewlehiyê heye, dezgehên hikûmetê ne çalak in û got: “Gel ji ber komên neqanûnî (PKK) nikarin vegerin Şengalê. Gel ji komên îllegal (PKK) ditirse. Komên derqanûnî jî li pêşîya tayînkirina qeymeqamê navçeyê dibin asteng. Divê hemû alî berpirsyarîya xwe bi cîh bînin û Peymana Şengalê bê bicîhanîn. Gelê me li benda vê yekê ye”.