CivakRojev

Otobusa ku ji Sêwasê diçû Stenbolê wergeriya: 12 mirî, 19 birîndar

Otubus a rêwiyan a şirketa Kamil Koç Turizm ku ji Sêwasê ber bi Stenbolê ve diçû, li nêzî çaryana Mûkremînê ji kontrola xwe winda kir û ji rê derket qulibî. Piştî bûyerê Timên tenduristiyê, polîs, cendirme û AFADê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Li gor tespîtên ewil di bûyera trafikê de, 12 kes mirin, 19 kes jî birîndar bûn.

Waliyê Yozgatê Mehmet Alî Ozkan li cihê bûyerê daxuyanî da û got:

“Mixabin em bi qezayeke trajîk re rû bi rû ne. Li gor agahiyên ewil otobusa me ya fîrmaya ku ji Sêwasê diçû Stenbolê ji rê derket û şû rûya berûvacî ş qulibîye. Mixabin hevalên me yên jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne hene. Hevalên me ji kêliya yekemîn a çalakiyê li vir bi me re ne. Polîs, cendirme, AFAD û Qeymeqamê me bi hemû yekîneyên me li vir in. Me karî termên welatiyên xwe yên jiyana xwe ji dest dayîn ji cihê bûyerê derxin. Me birîndarên xwe rakirin nexweşxaneyên Yozgat û Sorgunê. Dîsa, em difikirin ku ew qezayek ji ber xemsariyê bû. Rewş dê di lêkolînên paşê de zelal bibe.”

Back to top button