PolîtîkRojev

Bazara CHPê û HDPê !

Rojenemevan Abdulkadîr Selvî , di derbarû gotubêjên ji bo hilbijartinên serokê şeredariya Stanbulê de ku, di navbera CHPê,HDPê û IYI Partiyê de têne kirin axivî.

Li gora Selvî dibêje, HDP ji bo pişgiriyê bide Ekrem Imamoglu doza hinek serokatiya navçeyên Stanbulê dike. HDP serokatiya navçeya Esenyurt û Sultangazî yê dike. Herweha tê îdiakirin ku, IYI Partijî serokatia navçeya Şile û Uskudarê dike.

Wek têzanîn serokê şeredarê Stanbulê Imamoglu hewldida li himber serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bibe berbijêrê serokatiya CHPê. Lê dixweyê Kiliçdaroglu rê neda Imamoglu . Niha Imamoglu hemû giraniya xwe daye ku, cardin bibe serokê şeredariya Stanbulê. wek tê zanîn sala 2019ê CHP, HDP û IYI Partiyê hevre tifaqek pêkanibûn û pişgiriya Ekrem Imamoglu kirîbûn. Ev yek di nava HDPê de bibû sedemê gotubûjan , ji ber ku bazara HDP û CHPê nehînî hatibû kirin.

Vêcare berpirsên HDPê dibêjin ku, ji bo em pişgiriyê bidin CHPê divê di navbera me û CHPê de peymanek bê îmzekirin. Rojenemavan Selvî di vê derbarê de dibêje: HDP li navçeya Sultangazî û Esenyurdê, IYI Partijî li Şile û Uskudarê kandidatiya serokê şeredariyê dixwaze.

Back to top button