PolîtîkRojev

Emar Hekîm pîrozbahiyê li PDKê dike

Bi minasebeta derbasbûna 77 salan di ser damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re, Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm peyameke pîrozbahiyê arasteyî PDKê kir û tê de dibêje: “Em hêvîdar in pirsên rawestandî yên navbera hikûmetên Herêm û Federal li ser bingeha Destûrê çareser bibin.”

Emar Hekîm di peyama xwe de diyar kiriye: “Em pîrozbahiyê li serkirdetî û cemawera Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin, bi taybetî birayê têkoşer ustaz Mesûd Barzanî bi boneya derbasbûna 77 sal di ser damezrandina vê partiyê re, ku bi xebat û têkoşîna demdirêj li dijî dîktatoriyê tê cudakirin û mil bi milê hêzên netewî di berhemanîna proseyeyeke demokrasiyê de piştî 2003an, rawestiyaye.”

Hekîm dibêje: “Em hêvîdar in, ev bone bibe derfetek ji bo bihêzkirin û geşepêdana yekrêziya niştimaniyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê û karkirina ji bo dîtina çareseriya guncaw ji bo pirsên rawestandî yên navbera hikûmetên Herêm û Federal li ser bingeha Destûrê.”

Back to top button