Hat ragihandin ku Teşkîlata Îstîxbarata Netewî ya Tirkîyê (MÎT), li Garayê di operasyonekê de Celal Bîrdal ê bi kodnavê “Sîdar Serhat”, ku yek ji berpirsên xebatên çapemenî û arşîvên PKK/KCK ye, berteref kiriye.
Li gor agahîyên ku ji çavkaniyên ewlehîyê hatine hildan, Bîrdal di dema perwerdeya endezyarî ya zanîngehê de ketiye nav refê PKK/KCK-HPG û dest bi çalakîyan kiriye. Li gor agahîyên dezgehên ewlekarîyê, Birdal ê ku li herêmên Zap û Xakurkê li dijî hêzên ewlehîyê gelek çalakî pêk anîne û di hin çalakîyan da jî rê li ber komên din vekiriye, yek ji berpirsên çapemenî û arşîvên PKK/KCK-HPG bû.
Bîrdal di operasyona MÎTê de li Garayê hatiye berterefkirin.