CivakRojev

100 Êzdîyên ku li kampên Duhokê mane vegeriyan herêmên xwe

 

Wezîra Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Fayik ragihand ku 100 koçberên Êzdî yên li kampên Duhokê mane, vegerîyane Şingalê.

Fayîq, diyar kir ku zêdetirî hezar malbatên Êzdî bi piştgirîya rêxistinên alîkarî yên navnetewî ji Dihokê vegerîyane Mûsilê.

Wezîr Fayiîq diyar kir ku Wezareta Koç û Koçberan amade ye her cûre alîkarîyên mirovî û asankarîyê pêşkêşî koçberan bike da ku vegerin warên xwe.

Berpirsê Wezareta Koç û Koçberan Elî Abbas jî diyar kir ku li Herêma Kurdistanê 26 kamp hene ku 16 ji wan li Duhokê, 6 li Hewlêrê û 4 jî li Silêmaniyê ne. Elî Ebas diyar kir ku piraniya koçberên ku li kampên navborî mane ji Şengal, Enbar û Selahedînê ne.

 

Back to top button