
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî li Bexdayê gel şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiya.
Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê hate gotûbêjkirin û tekez li ser pêwîstiya piştevanîkirina hikûmetê ji bo cîbicîkirina siyaset û bernameyên xwe yên bi armanca başkirina rewşa aborî û xizmetguzarî û daxwazên welatiyan û baştirkirina rewşê yan jî vekirinê kirin.
Herwiha di civînê de tekezî li ser berdewamiya gotûbêjên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûrê hat kirin.
Her li vê hevdîtinê de behsa hilbijartinên dahatû yên Parlementoya Kurdistanê jî hate kirin û tekez li ser wê yekê hate kirin ku, pêwîste rewşeke aram û guncaw ji bo encamdana hilbijartinên dadmend û paqij were pêkanîn û di encam de rewşa siyasî û ewlekarî ya Herêma Kurdistanê aramtir û baştir dibe û daxwaziyên hemwelatiyan jî têne cihbicihkirin.
Şanda Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Fazel Mîranî berpirsê desteya kargêrî ya mekteba siyasî û hejmarek ji endamên mekteba siyasî ji roja duşemê ve li Bexdayê ye.


