CivakRojev

17 hezar û 258 koçber hatin dersînorkirin

Koçber û penaberên ji Sûrîyê ji civaka Tirkîyê re bûne pirsgirêkek mezin û piranîya hemwelatîyên Tirkîyê ji wan aciz û bêzar in. Hema bêjin piranîya hemwelatîyên Tirkîyê paşde vegerandina koçberên Sûrîyê dixwazin û koçberên Sûrîyê ji bo pêşeroja xwe wek xeterek mezin dibînin. Qaçaxçîtîya mirovan bi taybet li Tirkîyê û li Rojhilata Navîn bûye bazarek mezin û qaçaxçî li ser pişta koçberan bi milyonan pare qezenc dikin. Piranîya koçberan bi rêya qaçaxçîyan derbasî Tirkîyê û Awrûpayê dibin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya, ragihand ku di 2 mehên dawî de hezar û 385 qaçaxçîyên koçberan hatine girtin û 17 hezar û 258 koçber jî hatine dersînorkirin.

Wezîr Yerlîkaya, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medya civakî de diyar kir ku di 60 rojên dawîn de li dijî qaçaxçîyên koçberan 2 hezar û 548 operasyon li dar xistine. Yerlikaya da zanîn ku di van operasyonan de 1385 qaçaxçîyên koçberan hatine girtin û wiha got: “Ji van kesan 372 kes hatin girtin, di derbarê 172 kesan de biryara kontrola edlî hat dayîn. Xebatên organîzatorên din jî dewam dikin. Di operasyonan da 35 hezar û 867 koçberên neqanûnî hatin girtin. Ji van koçberên neqanûnî 17 hezar û 258 hatin dersînorkirin. Yên mayî jî hatin dersînorkirin. Operasyon dewam dikin. Emê têkoşîna xwe ya li dijî koçberîya bêdestûr bê navber bidomînin. Emê bêhna organîzatorên qaçaxçîyên koçberan bigirin”.

Back to top button