PolîtîkRojev

Kurd ne birayên biçûk ên ti kesî ne, Kurd xwedî vîn, hêz û neteweyeke serbixwe ne.

Îro 47emîn salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê (KSDP) ye, bi vê minasebetê bi amadebûna Sekreterê Giştî Mihemed Hacî Mehmûd û berpirs û alîgirên wê partiyê li gundê Gulexaniyê ya ser bi parêzgeha Helebce, rewrismek hat lidarxistin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û got:

“Dijminên gelê me bi awayên cuda hewl didin erdnîgariya me biçûk bikin, qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê lawaz bikin û çavkaniya dahata Herêma me qut bikin. Hewldanên wan bi navên cuda berdewam dikin, lê em ji wan re dibêjin ku divê li paş xwe binêrin û bizanin Şah Feysel, Ebdulkerîm Qasim, Ebdulselam Arif, Ebdulrehman Arif, Ehmed Hesen Bekir û Seddam Husên yên ku li dijî Kurdan bûn, bi kû ve çûn. Çarenivîsa kesên ku weke wan bifikirin, ji ya wan çêtir nabin, ji ber vê yekê gelê Kurd xwe radest nake, dê bi xwînê ax û welatê xwe biparêze. Em niha û her demê amade ne hêzên xwe di nava Wezareta Pêşmerge de bikin yek. Di vê demê de ya herî girîng ew e ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin kirin, da ku êdî dijminên me nebin sedema pirsgirêkan.”

Li gorî Mihemed Hacî Mehmûd: “Ew aliyên Iraqî yên ku Kurdan heta niha pişta xwe spartine wan, ti carî heta dawiyê bi gelê me re nebûne, her dema derfeta wan çêbûye, hewl dane Kurdan tine bikin û Kurdan li vî welatî wek neteweke zêde dîtine.”

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat Sosyalist tekez dike: “Kurd ne birayên biçûk ên ti kesî ne, Kurd xwedî vîn, hêz û neteweyeke serbixwe ne. Ziman, çand, kultur, ax û her tiştê me li vî welatî cuda ye, ev jî tê wê wateyê ku Kurd neteweyeke girîng û bibandor e.”

Back to top button