PolîtîkRojev

PDK ji bo hilbijartina Parêzgeha Kerkûkê hevpeymaniyekî ava dike

PDK ji bo beşdarbûna di Hilbijartina Meclisa Parêzgeha Kerkûkê de, dê bi hinek partiyên dion re hevpeymaniyekî ava dike.

Alîkarê Berpirsê Ofîsa Rêkxistina Kerkûk-Germyanê ya PDKê Mihemed Xurşîd ji K24ê re ragihand, “Em hewl didin îro hevpeymaniya şeş partiyên Kurdistanî yên li Kerkûkê li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tomar bikin.”

Got jî: “Eger PDK bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinan bibe jî, dê ev partî ligel PDK’ê bin û ti pirsgirêkek wan nîne. Em hewl didin piraniya dengan bi dest bixin.”

Bal kişande ser wê yekê, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê çend rênimayiyên aloz ji bo tomarkirina hevpeymaniyan derxistine. Ji ber wê jî ne diyar e ku ew bikarin hevpeymaniya xwe ligel 6 partiyên din ên Kerkûkê tomar bikin yan na, lê hêvî kir ku komîsyon dema tomarkirina partî û hevpeymaniyan dirêj bike.

Biryar e roja 18.12.2023an hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê bên kirin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê deriyê xwe ji bo tomarkirina partiyên siyasî û hevpeymanan heta 1ê Tîrmehê û heta mehekê vekiriye.

Back to top button