Biryara roja 30.07.2023ê Şanda polîtburoyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê bicivin.
Di vê derbarê de berdevkê YNKê Soran Cemal Taher daxûyaniyek da û got: Biryare sibe roja yekşemê şandeke mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê serdana bajarê Silêmaniyê bike û civîneke navbera Şandên polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê li Debaşan pêk bê.
Soran Cemal tekez kirin ku, ev civîn dê berdewamiya civînên berê yên di navbera her du aliyan de be û li ser çendîn mijarên girîng ên di derbarê Iraq û Kurdistanê wekû hilbijartinên parêzgehên Iraqê, Parlamentoya Kurdistanê û têkiliyên dualî yên di navbera her du partiyan de dê gotûbêj bên kirin.”