Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Azerbaycanê bajarê Bakuyê û dê îro bi Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev re bicive.
Di pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî de, li Balafirxaneya Bakuyê Ala Kurdistanê hat bilindkirin.
Balafira Serokê Herêma Kurdistanê beriya kêliyekê li balafirxaneya Bakuyê danî û ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Azerbaycanê Ali Ahmadov ve hat pêşwazîkirin.