Ekîbên polîsên exlaq yên jin û mêr dîsa li kolanên Tehranê hatindîtin. Polîsên exlaq ên ku qaşo Kanûna borî hatibû rakirin, dîsa vedigerin ser kar. Rayedarên Îranê kampanyayek nû dest bi neçarkirina jinan kirin ku xwe binixumînin.
Piştî kampanyayê berdevkê polîsan Seîd Muntezerulmehdî ragihand ku polîsên exlaq wê pêşî dest bi hişyarkirina jinan û piştre jî binçavkirinê bikin.
Di Îlona sala borî de Mahsa Emînî ya 22 salî ji alîyê polîsên exlaq ve hatibû binçavkirin û jiyana xwe ji dest dabû. Ev yek bûbû xwepêşandanên berfireh. Di vê pêvajoyê de polîsên exlaq bi giranî dawî li dewrîyeyên xwe anîn û di meha Kanûnê de jî hat ragihandin ku bi temamî hatiye betalkirin.
Xwepêşandanên ku bi awayekî hovane hatin çewisandin, ji destpêka îsal ve gav bi gav kêm bûn. Di mudaxeleya polîsan de zêdeyî 500 xwepêşander hatin û 20 hezar kes jî hatin binçavkirin.
Rêberên olî yên Îranê, hîcabê yek ji stûnên herî girîng ên şoreşa Îslamî dibînin û dibêjin ku cilên cuda ‘bandora têkdayîna rojava’ ye.