CîhanRojev

Tirkiye dişewite !

Bi hatina pşla germahiyê li Tirkiye gelek daristan dişewitin. Li gora daxûyaniya berpirsan sedemê şewatê piranî ji ihmalkariya insana ye. Piştî şewatên mezin li herêma Ege yê niha jî li bajarên Mersîn,Çanakale û Hatayê agir bi daristana ketiye û hewldana vemirandinê tê kirin.

Şewata daristanan a li Hatay, Çanakkale û Mêrsînê ku duh dest pê kiribû berdewam dike. Piştî şewata li navçeya Belen a Hatayê Wezîrê Daristanê Îbrahîm Yumakli got, “Ji duh serê sibê saet 06.55’an û vir ve 19 şewatên pêkhatine. 16 ji wan hatin mudaxelekirin û heta niha di bin kontrolê de ne. Pirsgirêka me ya niha 3 şewat in. Em li ser wan disekinin.” Wezîrê Navxwe Alî Yerlîkaya jî da xûyakirin ku,, “Ji bo şewata Belenê de derketî 2 kes hatin binçavkirin.” herweha li gora daxûyaniya wezîrê navxwe heta niha 7 avahiyên hemwelatiyan jî di van agirpêketinan de şewitîne.

Back to top button