Di operasyona “Karat”ê ya ku li Diyarbekirê ji teref polêsan ve hat lidarxistin de ji 18 gumanbarên ku bi hinceta zêrên sexte çêkirine û berdan bazarê 10 kes hatin binçavkirin.
Tîmên hêzên ewlehiyê li dijî çeteya ku zêrên sexte û kêmkalîber difirotin û sextekariyê dikirin xebat kirin. Polîsên ku 3 mehan li bi sedan wêneyan temaşe kirin, diyar kirin ku zêrên sexte bi makîneyên çapê yên li atolyeyê tên çêkirin. Hat tesbîtkirin ku zêrê qerase tê helandin û sifir lê zêde kirine û ji aliyê kesên ku jê re dibêjin ‘torbeçêker’ tên bazarê.
Polîsan piştî tesbîtkirina 18 gumanbaran avêtin ser kargeh û hin navnîşanan; Di lêgerînan de makineyên zêr, polên helandî û silindir hatin desteserkirin. Tîmên polîsan jî bi dedektorên di atolyeyê de li qada bejahî geriyan.
Dema li ba zêrînkeran destdanîn ser Zêran û ew zêr analîz kirin ,hat zanîn ku piraniya wan sextene.
Piştî lêkolîn temam bû,polisan kesên ku ji bi sextekariyê binçav kirîn,rêkirin dadgehê û ji wa 10 kesan 8 hatin girtin û rkirin girtîgehê, 2 kes jî serbest berdan.