CîhanRojev

Di derbarê 54 parêzeran de lêpirsîn

 

Di derbarê 54 parêzerên ku piştgirî dabûn malbata Jîna Amînî lêpirsîn hat destpêkirin.

Par 54 parêzeran bi daxuyanîyek hevpar piştgirî dabûn malbata Jîna Amînî ya ku li Tehranê piştî êşkenceya “polîsên exlaqê” li Tehranê jiyana xwe ji dest dabû. Parêzeran ev rewş şermezar kiribûn û diyar kiribûn ku rayedarên hikûmetê bi îmzeya hevpar kiryarên derqanûnî kirine. Ji ber vê sedemê, Serdozgerîya Komarê ya Bûkanê 54 parêzer kişandin îfadeyê û di derheqê wan de dest bi lêpirsînê kir.

 Serdozgerîya Komarê ji parêzeran re nameyek şandiye di nameyê de hatiye xwestin ku “ji ber wêne, fîlm û gotarên ku li dijî paraztina prensîbên giştî hatine weşandin” divê îfadeya xwe bidin.

Di nivîsê de herwiha hatiye diyarkirin ku ji bo îfadeyê 5 roj wext hatiye dayîn û 5 roj piştî îfadeyan ewê sewqî dadgehê bên kirin.

 

Back to top button