CîhanRojev

Dîlan Yeşîlgoz ji bo Serokwezîrtîyê bû namzed

 

Dîlan Yeşîlgoz ji bo ku li şûna Serokwezîr Rutte namzetîya xwe eşkere kir.

 Dîlan Yeşîlgoz a ku bi eslê xwe Kurd e li Enqereyê ji dayik bûye, di sala 1984an de tevî dayik û xwişka xwe koçî Hollandayê kir. Ji alîyê din ve bavê wê berî wan bi sê salan ji Tirkîyê derketibû û li Holandayê bi cîh bûbû. 

Wezîra Ewlekarî û Dadê ya Hollandayê Dîlan Yeşîlgoz, ragihand ku ewê li şûna serokwezîrê niha Mark Rutte, ku ragihandibû ku ew ê piştî hilbijartinan îstifa bike, bibe seroka partîya rastgir a lîberal VVD (Partîya Azadî û Demokrasîya Gel). 

Yeşîlgoz, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Telegraafê re namzedîya xwe piştrast kir û ji bo VVDyê hevoka “klûba min” bi kar anî. Wê diyar kir ku plana wê ew e ku Hollanda “bihêztir, berxwedêr û dewlemendtir” bike. Li gor kanala dewletê ya Hollandayê NOS Televizyon, Yeşîlgöz namzedê bijarte yê rêveberîya partîyê ye.

 Yeşîlgoza 46 salî ku ji sala 2022yan vir ve wek Wezîra Dadê ya Hollandayê wezîfedar e, berê wekîl bû. Heta sala 2017an endamê meclîsa bajarê Amsterdamê bû. 

Her çend ji bo serokatîyê ew ne bijareya yekem a dengdêrên VVD ye jî, lê wek berendamek bihêz derdikeve pêş. Di anketek dawî ya RTL de derket holê ku ji sedî 68ê alîgirên VVD diyar kirine ku ji bo serokatîya partiyê ewê piştgirîyê bidin wê. 

 

Back to top button