Recep Tayyip Erdogan di dawiya Lûtkeya NATOyê de di konferanseke rojnamevanî li darxist û di derbarê civîn û hevdîtinên xwe de agahdarî da. Di beşek axavtina xwe de Erdogan got: “Em alîgirê vekirina xetên petrola Herêma Kurdistanê ne, eger kêşeya navbera Bexda û Hewlêrê were çareserkirin.”
Erdogan li ser kêşeya kirîna petrola Iraqê ji aliyê welatê wî ve, diyar kir; ev mijar encama kêşeya navbera Bexda û Hewlêrê derketiye holê û ragihand: “Her dema ku ev mijar were çareserkirin, em alîgirê wê yekê ne ku xetên petrola Herêma Kurdistanê werin vekirin.”
Herwiha Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel jî di konferanseke rojnamevaniyê de ragihandibû, Amerîka piştevaniya destpêkirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê dike.