
Nivîskarê Kurd Jan Dost, piştî daxuyanîyên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyanîyek da û got: “Heger Mazlûm Ebdî di mijara ‘Yekîtîya Kurdan’ de cidî ye, pêwîst e gavên din bavêje”.
Nivîskarê Kurd Jan Dost, bi daxuyanîyekê bal kişand ser axaftina Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî ya di Konferansa Lozanê de. Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî, tev li Konferansa Lozanê ya ku li Rojava hat lidarxistin bû û “banga yekîtîyê” kir. Li samîmîyeta Mazlûm Abdî û gotinên wî nîqaş hatin kirin û gelek kesan gotin ku ger di gotinên xwe de cidî bin divê gavên cuda bên avêtin. Yek ji wan Jan Dost bû.
Nivîskarê Kurd Jan Dost, ji bilî nasnameya xwe ya nivîskarîyê, bi hesasîyeta xwe ya li ser mijarên Kurdistanî bi taybet yên li ser Rojava tê naskirin. Piştî daxuyanîya Abdî Jan Dost li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyanîyek da û got ku, “Heger Mazlûm Abdî di mijara ‘Yekîtîya Kurdan’ de cidî ye, divê pêşî gavên din bavêje”. Jan Dost, di daxuyanîya xwe de got: “Polîtîka înkarê ya ku bi Peymana Lozanê dest pê kir, negihişt armancên xwe û têk çû. “Îro derfeta Kurdan heye ku rast û rewatîya doza xwe îsbat bikin û hebûna xwe li ser nexşeya Rojhilata Navîn misoger bikin“.
Jan Dost di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo têkbirina Peymana Lozanê divê PYD pêşî pêvajoya despotîk a ku li Rojava daye destpêkirin têk bibe û bal kişand ser daxuyanîyên Fermandarê Giştî yê DSGê Mazlûm Ebdî.
Dost, di dawîya daxuyanîya xwe de got: “Herkes behsa Peymana Lozanê dike. Ez hêvî dikim ku ev rast e. Ji bo vê yekê yek ji gavên destpêkê jî bidawîkirina pêvajoya xwînî ya ku PYD li Rojava daye destpêkirin, valakirina girtîgehan û hesabpirsîna ji qatilan e. Divê pêşî her kes li dijî vê rewşê rabe û van pêkanînan şermezar bike”.


