Yekîtîya Ewropayê (YE) di daxuyanîya xwe ya li ser şewitandina Quranê û xwepêşandanên piştî wê yên li Swêdê de, diyar kir ku kiryarên bi vî rengî yên li dijî pirtûkên pîroz bêhurmetî û provokasyonek eşkere ye. EU gotku ewê piştgirîya azadîya ol û bawerîyê bidomîniî.
Daxuyanîya Ofîsa Nûnerê Bilind ê Têkilîyên Derve û Siyaseta Ewlekarîya Yekîtîya Ewropayê Josep Borrell, li ser şewitandina Quranê daxuyanîyek da. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku geşedanên li Bexdayê ku çalakî lê hat protestokirin bi baldarî hatin şopandin, banga hestiyarîyê hat kirin û êrîşên li dijî avahîyên dîplomatîk hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku YE jî beşdarî nerazîbûna tund a Wezareta Karên Derve ya Swêdê bûye û wiha hat gotin: “Ev kiryar bi tu awayî nêrînên YE nîşan nade. Şewitandina Quranê yan pirtûkên pîroz êrîşkar, bêhurmetî û provokasyonek eşkere ye. Cihê nijadperestî, biyanperestî û bêtehamuliya bi vê re li Ewropayê nîne”.