CîhanRojev

Piranîya Almanya Rojhilat dewletek otorîter dixwazin

 

Di lêkolîna ku ji alîyê Enstîtuya Else-Frenkel Brunswik (EFBI) ya Zanîngeha Leipzigê ve bi 3 hezar û 546 kesan pêk hat, derket holê ku gelên li eyaletên Rojhilatê Almanyayê dijîn, demokrasiyê wek sîstemekê dipejirînin lê di jiyana xwe ya rojane de ji demokrasîyê ne razî ne. Di encama lêkolînê de hat tesbîtkirin ku qebûlkirina retorîka rastgirên tund di nav kesên li eyaletên rojhilatê dijîn de jî hevpar e. Lêkolîn li rojhilatê Mecklenburg-Vorpommern, Brandenburg, Sachsen-Anhalt, Sachsen û Thuringia û rojhilatê Berlînê hatiye kirin.

Ji her du kesên ku ji bo lêkolînê şêwirîn yek dibêje ku hewcedarîya Almanya bi “partîyek bihêz a ku civaka gel temsîl dike” heye. Her çend têgeha “civaka gelêrî” di sedsala 18an de dest pê kiribe jî, lê ji ber ku rejîma Hîtler vê têgehê ji bo mirovên xwîndar binav dike, bi îdeolojiya rastgir a tund a Almanyayê re têkildar e. 

Yek ji pisporên ku lêkolîn kiriye Elmar Brähler diyar dike, li şûna civakek ku komên cuda yên berjewendîyan lê hebin, hesreta avahîyek “civak-bingeha nijadserdest” e. Oliver Decker, rêvebirekî din ê lêkolînê, diyar dike ku hejmarek mezin ji xelkên dewletên rojhilatê diyar kirine ku ” li şûna “garantîya beşdarîya demokratîk û maf û azadîyên bingehîn, ew bi navê garantîya dewleta otorîter dixwazin”.

Alîkarê Midûrê Enstîtuya Else-Frenkel Brunswik a Zanîngeha Leipzigê ku lêkolîn kir Dr. Johannes Kiess dibêje, “Bi kurtasî, me dûrketina ji demokrasîyê û nehesibandina wê wek nirxek xwedîderketin dît”.  Kiess lê zêde dike ku ev nirx nêzî 20 sal in wek xwe mane.

Di lêkolîna ku bi mirovên li eyaletên rojhilatê dijîn re hat kirin, li ser nîqaş û îdeolojîyên rastgirên tund jî pirs hatin kirin. Li gor vê yekê, hat diyarkirin ku welatîyên li eyaletên rojhilatê dijîn astek bilind dane gotinên rastgirîya tund. Rêvebirên projeyê diyar kirin, retorîka ku tê de biyanofobî û şovenîzm heye tenê ji alîyê beşek biçûk a beşdaran ve hatiye redkirin.

Li gor lêkolînê, her çend hêmanên îdeolojîyên Hîtler û Nasyonal-Sosyalîzma biyanofobî neyên qebûlkirin jî, ji sê parên welatîyan bi tevayî an jî qismî retorîka antîsemîtîk û “Sosyal Darwînîst” dipejirînin. 

 

Back to top button