Panelên "Berhemên Edebiyata Sirgonê"
Di salên dîktatoriya Sadam Hisêyn (1979-2003) de, ne tenê Kurd, her wisa eqaliyeta mesîhî û endamên partiya Baas bi xwe jî ketin ber êrîşa rejîmê. Hejmara kuştî û kesên winda bi deh hezaran tê nîşandan.
Piştî têkçûna şahê Îranê di 1978-79 an, rêvebiriya welêt kete destê komara îslamî. Hêzên din hatin qedexekirin. Gelê Kurd û rêvebirên wan ketin ber pêla terora dewletê. Terora dewletê îro jî, bi taybetî li dijî Kurda didome û mafê jin û zarokan binpê dibe.
Bi hatina cunta leşkerî ya 80 î li Turkiyê gelek kes hatin girtin, îşkencekirin û kûştin. Di Zindana Amedê de, îşkenceyên hovane bikaranîn û hejmarek ji siyasetvanê Kurd şehîd bûn. Îro jî qanûnên ji 12 îlonê mane, li welêt rê li ber pêşketina demokrasiyê digre.
Pêlkirina mafê Kurda ku bi rejîma Hafiz Esad re ji salên 70 î didomiya, piştî mirina wî, bi destê lawê wî Beşar hate domandin. Di 62 an de înkar û jidestgirtina nasnameya Kurda qonaxekî nû da destpêkirin. Ereb li Kurdistanê hatin bicîkirin û milkên Kurda dane wan. Xeta ewlekariyê hate kişandin ku Kurd di welatê xwe de bibin biyanî.
Li her çar welatan û Kurdistanê bi deh hezaran siyasetvan, mecbûr man, welatên xwe bi cî hiştin û derketin derveyî welêt. Beşek ji wan kesan giraniya xebata xwe dane edebiyatê û berhemên giranbuha afirandin.
Enstîtuya Mezopotamyayê Sektîona Mafê Mirovan, “berhemên edebiyata sirgonê” dide ber niqaşê. Ji mehê carekê dê panelekî organîze bike û bi vexwendina nivîskarê berhemê re li ser wan kur bibe. Panêl dê ji raya giştî vekirî be.
Panela yekem, li Stockholmê di 23 sibatê de, li Ungdomshus 2. Hemmet a Skarholmen Centrumê, saet 14.00 pêk tê. Romana nivîskar Mistefa Cizîrî “Segvanê Xurikî” û romana nivîskar Şoreş Reşî “Hawar” dibin mijara panêlê. Panêl ji aliyê rojnamevan Nesrîn Rojkan û Gabar Çiyan ve tê îdarekirin.
EuroKurd News – http://eurokurdnews.blogspot.se/