CîhanRojev

Ger em winda bikin, emê pêwistiya demokrasiyê çibe wê bikin!

Serokomarê Tirkiye Tayib Erdogan di bernameya xwe ya taybet a hilbijartinê ya ku di heman wextê da di gelek televizyonan da zindî hat weşandin de daxûyaniyên girîng dan. Gelek kes dibêjin ku Erdogan di hilbijartinan de winda bikê jî, ji dev desthilatê bernade. Di vê derbarê de gelek senaryoyên cuda ji aliyê muxalefetê ve têne axavtin.

Di bernemeya televizyonî de ve pirs ji Erdogan hate kirin. Rojnemevanekî ji Erdogan pirsî:

Heke hûn di hilbijartinê de winda bikin dê helwesta we çawa be?

Erdogan di bersiva xwe de got: Em li Tirkiyeyê bi rêyên demokratîk hatin ser desthilatdariyê, çawa ku em bi xêra gelê xwe hatin ser desthilatdariyê, eger gelê me biryareke cuda bide, ji bo demokrasiyê çi pêwîst be em ê bikin. Kesên ku rêzê li encama sindoqan nagirin, hurmeta wan ji milet re jî tune. Tifaqa Cumhur demana demokrasiya vî welatî ye, dê her encama ji sindoqan derkeve qebûl bike.


Back to top button