Partîya Keskan a ku di hikûmeta koalîsyona Almanyayê de cîh digire, bang li xelkê kir ku deng nedin Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan. Li gor nûçeya kovara “Der Spiegel”ê, Komîteya Rêveber a Keskan, bang li hemwelatîyên Tirkîyê (yên li Almanya û Tirkîyê) kiriye ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de dengên xwe nedin erdogan. Di bangawazîya ku ji alîyê Hevserokên Partîyê Ricarda Lang û Omîd Nûrîpûr ve hatiye îmzekirin de, Partîya Keskan di wê bawerîyê de ye ku hilbijartinên 14ê Gulanê ji bo têkçûna desthilatdarîya otorîter a Erdogan û ji bo demokrasî û desthilatdarîya parlamentoyê sûd û şansek mezin e.
‘Divê hemû girtîyên siyasî demildest bên berdan’
Keskan di bangewaziyê de her wiha daxwaza “demildest serbest berdana hemû girtîyên siyasî û destpêkirina pêvajoya diyalog û aştî ya pirsa Kurd ” kir û hat gotin, “Ger welat ber bi demokrasîyê ve bizîvire û ber bi demokrasîyê ve biçe, muzakere dikare ji nû ve dest pê bike”.