
Li gor daxuyanîya Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê, bi hinceta ku berpirsiyarên binpêkirina mafên mirovan in, li dijî rayedarên payebilind yên Îranê, ku di nav wan de endamên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê jî hene, cezayên nû hatin dayîn.
Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku ev biryar bi koordîneya hevkarên navnetewî yên Îngilîstanê, DYA û YEyê hatiye girtin. Brîtanya, DYA û Yekîtîya Ewropayê (YE) biryar dan ku cezayên nû bisepînin û diyar kirin ku rayedarên payebilind yên Îranê (endamên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê Pasdaran jî di nav de hene)ji binpêkirina mafên mirovan berpirsyar in.
Di daxuyanîya Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê de hat gotin ku di lîsteya nû ya cezakirinê de 4 fermandarên herêmê jî hene.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Brîtanyayê ji Cotmeha 2022an û vir ve zêdetirî 70 karmend û sazîyên Îranê ji binpêkirina mafên mirovan berpirsiyar girtiye û bi vê biryara nû cezayên li ser Îranê ji 300î derbas kiriye.


