
Seroka Komîsyona Parastinê ya PE Nathalie Loiseau, diyar kir ku divê Tirkiye qirkirina Ermenîyan nas bike da ku bibe welatekî bi hêz û pêşerojek aram ava bike.
Wezîra berê ya Karên Ewropayê ya Fransayê û Seroka Komîsyona Parastinê ya Parlamenta Ewropayê (PE) Nathalie Loiseau, bi wesîleya 108. salvegera qirkirina Ermenîyan daxuyanîyek da û diyar kir ku divê Tirkiye qirkirina Ermenîyan nas bike. Loiseau bal kişand ku bêguman Tirkiye dixwaze wek welatekî bi hêz bê naskirin û got, “Eger Tirkiye vê dixwaze, divê qirkirina Ermenîyan nas bike û nîşan bide ku tevî rabirdûya xwe ya tund, dixwaze pêşerojek aştiyane ava bike”.


