CîhanRojev

Diaz-Canel dîsa bû Serokê Kubayê

 

Meclîsa Netewî ya Hêza Gel a Kubayê Serokkomarê niha Miguel Mario Diaz-Canel Bermudez ji nû ve wek serokkomar hilbijart.

Meclîsa Hêza Gel a Netewî ku bi 462 parlementeran wek parlementoya Kubayê dixebite, bi 459 dengên “erê” Serokkomarê heyî Miguel Mario Diaz-Canel Bermudez ji nû ve wek serokkomar hilbijart. 

Li gor çapemenîya Kubayê, Meclîsa Hêza Gel a Netewî ku bi hilbijartinên giştî yên meha Adarê dest pê kir, di dengdana duh (19ê Nîsanê) de bi 439 dengên “erê” wezîfeya Alîkarê Serokkomar Salvador Valdes Mesa pesend kir. 

Li gor daxuyanîya Serokatîya Sererkanîyê, Seroka Lijneya Hilbijartinê ya Netewî Alina Balseiro Gutierrez, diyar kir ku di dema eşkerekirina encamên hilbijartinê de ji sedî 97,66ê parlementeran bi dengdana rasterast û veşartî Serokkomar pesend kirine.

 

Back to top button