Weşana bi lazkî
Li gor malpera “ilkehaber.com“ê, dest bi weşana zimanê Lazan jî hatiye kirin. Tê gotin ku ev cara pêşî ye bi lazkî weşana televizyonê çêdibe.
Li bajarê Rîzeyê televizyona bi navê GELIŞIM ku heta niha weşana herêmî dikir, di vê sala nû de bi riya peyîkê dest bi weşana lazkî kiriye.
Televizyona Gelişimê 14 sal berê li navçeya Erdeşênê (Ardeşen) hatiye avakirin û hetanî dawiya sala 2012an jî weşana herêmî bi tirkî dikir. Piştî ku dest bi weşana lazkî kiriye, navê bernameya xwe jî guhartiye û daniye LAZKÎ û bernameyên çandî bi lazkî diweşîne.
Birêvebirê Giştî yê televizyonê Turgay Terzîbaş gotiye ku “wê dengekî nû li herêma me bête bihîztir û wê dinya jî pê bihise ku ev jî bi piranî wê lazkî be, em ê çanda herêma xwe bi çandên din bidin nasandin.”
Em jî wek Roijeva Kurd serkeftin ji zimanê Lazan re dixwazin.
Zimanê Lazkî çi ye?
Li gor programa wikipedia Lazistan:
http://tr.wikipedia.org/wiki/Lazistan
Vikipedi ansiklopediya azad weha nivîsiye:
Sal 1861 Sencaqa Lazistanê girêdayê bi Trabzonê ve bûye.
Lazistan yanî ew axa ku Neteweyê Laz li serê dijîn. Welatê Lazan li rojavayê başûrê Çiyarêza Qefqasê, li rojavayê bakurê bakurê Kurdistanê dimîne. Dema Osmaniyan bi navê Sencaqa Lazistanê dihate nasîn. Wek herêm û dever: Of, Rize, Artivîn, Arhawî, Hopa, Borçka, Murgul, Meydancik, Batum, Sarpi û herêma Acara ya li Gurcistanê.
Li gor Qamûsa Şemsedin Samî, welatê Lazan 120 km dirêj û 25-30 km jî fireh e.
Yunani jê re dibêjin “Λάσοι”(Lazi), Bizansan ji vî welatî re digotin “Lazika-Lazica” Faris “Lazistan“ dibêjin, Gurcî jî dibêjin “Egrisi”, “Ç’aneti” û “Lazeti”. Laz bi xwe jî ji welatê xwe re dibêjin “Lazona”
Rojeva Kurd/A. Behram Badik