Civak

Pêdiviyên me nayên dîtin, em xwe ewle nabînin

Jin û mêr felaketên ji hev cuda dijîn.

Digel ku gelek jin ji erdhejên Tirkiyê û Sûriyê (Bakur û Rojavayê Kurdistanê) sax filitîne jî, gilî û gazindên xwe ji rayedaran dikin û di tirsa xwe û zarokên xwe de ne.

Ji ber kêmbûna avdestxaneyên cihê, berhemên paqijiyê, qadên serşokê û xizmetên tenduristiyê, jinên mexdûr yên erdhejê beramberî nexweşîyan dimînin û tirsa duyem dijîn.

Nurcan Sayilir, ku li Edeneyê ji karesatê rizgar bûye, dibêje: “Tiştê ku em wekî jin herî zêde hewcedariya me pê heye avdestxaneyên miweqet in. Hemû jin û mêr heman jûreyê bi kar tînin. Ewqas qerebalix e, ez ditirsim ku ez raserî nexweşiyekê bêm”.

Gelek jin û mêrên ku ji karesata erdhejê rizgar bûne di nav heman tirs, şik û gumanê de ne, gilîyên xwe tînin zimên û alîkarîyê dixwazin.

Fon a Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) yek ji wan rêxistinan e ku pêşî alîkariyê dide jinan.

Rêxistinê diyar kir, di nava 15 milyon kesên ku ji ber karesata li Tirkiyê ziyan dîtine zêdetirî 214 hezar jinên ducanî hene û tê payîn ku di nava mehekê de nêzî 24 hezar ji van jinên ducanî biwelidin.

Pispora ragihandina ekîba UNFPAyê ya li herêma erdhejê Zeynep Atîlgan Ozgenç dibêje, “jin jixwe travmayeke giran dijîn. Em naxwazin ku jin xema hewcedariyên bingehîn yên xwe û bixwin. Em kelûpelên paqijî û jidayikbûnê li jinên ducanî û dayikên nû belav dikin”.

Mexdûrên karesata erdhejê, bi taybet jinên ducanî, ketine heyra xwe û pêşeroja zarokên xwe û xwe di nav kirêtî û gemara encamên erdhejê de ewle nabînin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button