Amerîka, Almanya û Fransayê hişyarî dan hemwelatîyên xwe
Tirkiye di pêvajoyek zîz re derbas dibe. Qeder û çarenûsa Tirkiyê û Erdogan bi hilbijartina serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê ve girêdayî ye. Ev hilbijartina ku wê di 14ê Gulanê de çêbibe,hem ji bo serketina Erdogan û Tifaqa Komarê û hem jî ji bo mixalefetê û Tifaqa Millet pir girîng e.
Li gor dixuye, di pêvajoya çend mehên hilbijartinê de wê gelek alozî û provokasyon derkevin holê. Kujtina Serokê Komleyên Nîjadperestên Tirkiyê Sînan Ateş, li Swêd, Norwêç û Danîmarkayê şewitandina Quranê hinek ji van lîztik û provokasyonan tên xuyakirin. Şik û guman hene ku provokasyonên bi vî awayî berdewam bin û ji bo tolhildanê îslamîstên tundrew li Tirkiyê êrîşî kes yan komên ne misilman bikin.
Di vê derbarê de Amerîka, Almanya û Fransayê bi rêya çapemenî û medya sosyal bala hemwelatîyên xwe kişandin û ew hişyar kirin ku hay ji xwe hebin, ji dêr û hevdîtinên girseyî dûr bikevin. Balyozên Tirkiyê yên her sê welatan, bi heman sedemê hemwelatîyên xwe yên li Tirkiyê hişyar kirin û bal kişandin ku kes yan grûpên terorîst dikarin êrîşî îbadetxaneyan bikin.