Cîhan

Birêz Emmanuel Macron! 

Ew komkujîya nijadperestî ku li Paris’ê qewimî wek cenabê te jî amaje kirîye ku “Erîşek li dijberî milletê  Kurd bu”  Ez jî wek Kurdekî mina cenabê te difikrim. 

Lê ew xwepêşandana îro ya ku li Paris’ê  bi destê bêşek xêrnêxwazan,

bi filamayên PKK û Öcalan hatîye pêkanîn mixabin arasteyê astekî weran û xirapker buye. Ez dibêjim ew xêrnexwazan berpirsîyarîya gele Kurd nakin. 

Ew ne xwepeşandan e  tenê Vandalizm e. Em jî wan xêrnexwazan şermezar dikin û dibêjin ew bi wî awayî ne xizmeta milletê Kurd, ne jî xizmeta dewleta Franse dikin.

Ez dixwazim  cenabê te bizanibê ku armanca wê erîşê komkujîye û dixwazin tekilîyên gelê Kurd û ya gelê Franse yê xera bikin.

Lê ez dibêjim, ti hêz  an jî,  ti erîş,  nikare dostanîya me û milletê Fransa’yê xirab bike. 

Ez bawerim  ku, di encama lêkolînek dadwerî de, kujêr û plansazên rasteqîn derkevin holê. Bi silav û rêz. 25.12.2022

Camêr Zana Hewler

[email protected]

Hewlêr / Kurdistan

Back to top button