Kovara W hêjmara nû
Dema we xweş be;
“Heger tevger wek li ser xêzekê dûz be wê bi dawîn bibe, lê na heger gilover û xelekî be tu carî bi
dawîn nabe. Felek (Feza) xelas nabin û xera nabin, ji ber ku xelekî ne dawiya tevgerên wan nîne. Aqil,
felek û hêmanên bingehîn ji ber tevgerên xwe her bêdawî ne” dibêje Suhrewerdî. Tevger û lêgerina azadiyê
jî wisa ye û jiyan û evîna li pey heqîqetê jî…
Em kurd li pey heqîqet, ziman û azadiya xwe ne bi evîndarî û dilovanî ligel înkara hovîtî… Em dinêrin
ku ev ligerîn dijwar e.
Me xwest çend nîşeyên van demên dawî neqişbikin ku bîra me êdî ziwa nebe.
Zimanzan, Nivîskar, Rojnamegerê Kurd û Endamê PENa Kurd Ezîzê Cewo ku li Rûsyayê dijî, nameyek
ji Endamê Rêveberiya TZPKurdî Mulazim Ozcan ê ku ji doza KCK’ê girtî ye re nameyek şand. Em nameyê
di nav rûpelan de pêşkêşî we dikin.Wefa û xwedîbûn divê weke nan û ava me ya rojane be.
Em berhevdana “Kovara Hawara Botan a hejmara 5’an” şermezar dikin… Kovar 5 hejmar derketiye û
4 hejmar ji vanan bi fermana Dozgeriya Cizîre hatiye berhevkirin. Û ew li berxwe didin. Em piştgiriyê wan
in.
6’mîn kongreya KCDê hêvî zêdetirîn xurt kir. Dîsa di vebûna dibistanan de redkirina asîmîlasyonê zelabûna
xwestekên kurdan ên jênegerin. Divê her kes bibîne û bibihîze; “Em kurd perwerdehiya bi zimanê
xwe Kurdî dixwazin û em dixwazin ev di makezagonê de bi cî bibe; ji bonî, jiyaneke azad û hevpar.”
Banga “Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî” bêsiûdî û mixabinek bû. Reaksiyon dît û hişmendiya
Yekîtiya Netewî li serme ferz dike ku em li ser ziman û zaravayan baldar bin û li ser hev ferzbûnê na,
ligel geşiya her zaravayî, geşiya Zimanê Kurdî bibînin.
Girtina Nivîskar û Serokê Kurdî Dera Mêrsînê Selahattîn Çam, ku nivîskarê KovaraWe ye, şerm û rûreşiyeke
sedsale, rojane û qaşo demokratiyê ye. Kurd, civak û mirovahî êdî vê rewşa pêkenokî ranagire.
Ma heta kengî!?
Tew bersiva Almanyayê ji bonî Perwerdehiya bi Kurdî; hevtevgera empeyal û faşîzane ye, bersiv ecêb e
û şûjinek li dilê me ye jî; “ma ne bi Erebî û Tirkî perwerde heye, kurd bi van zimanan dizanin û hewcetiya
perwerdehiya bi Kurdî nîne!” Ev jî zêdehiya ser kezebê ye.
Nivîskar û yek ji damezirînêrê Enstîtuya. Kurdî ya Stenbolê û têkoşerê doza Kurdî Seyda Evdirihman
Durre çû ser dilovaniya xwe. Rehma Xwedê lê be û serê malbatê û civaka kurdan sax be. Em ê şopdarê
wî/wan bin…
Bi hewldana KCD Konferansa Êzdiyan, cara yekemîn li Amedê li darket ku ev him pîroz e û him jî nîşana
candariya hebûna me kurdan û havênê yekîtiya me ye.
22 Rezber salvegera dilovaniya Seyda Cegerxwîn e. Tu her şad û dilrihet bî ku awaza te dibe ahenga newaya
azadiyê…
Ji 12’ê Rezberê û vir ve Grevên Birçîbûnê didomin û ew banga azadiyê ne… Ala zimanê Kurdî ew bilind
dikin û ew ê bibin gulbang û berbanga azadiyê. Em wan ji dil û can û giyan silav dikin. Daxwazên wan ên
me ne…
Û Arjen Arî… Oxir be Arjeno, oxir be Hozano…. Herê her mirin bêwext e, bi rastî jî çûyîna te bêwext
bû. Axa te pir ji te hez dike kurê hezê û em jî pir ji te hez dikin… Oxir be… Di 30.10.2012; Sêşem; saet
14.45’an de çû ser dilovaniya xwe. Rihme her lê be.
Helbestkarê gewre Evdila Pêşew mêvanê Amedê bû, ligel helbestkar Ehmed Huseynî, Berken Bereh û
nivîskarên kurd ên li Amedê me Arjen Arî bibîranî û qala rista rewşenbîriya kurd a li ser bingeha zimanê
Kurdî û yekîtiyê kir…
Ji ber hinek pirsgirêkên teknîkî kovara me mehekê bi derengî ket, ji lewre di dema dosyeyên me de jî
guherînên biçûk dê pêk werin.
Bi germiya jiyana azad ku bîra wêje, huner û çandê ye, em bi van dosyeyan li benda afirînêriya pênûsa
we ne;
Ji bo hejmara Adar û Avrêlê mijara dosyeyê Zend û Bendên Kovargeriya Kurdî’ ye.
Ji bo hejmarên Gulan & Pûşper û Tîrmeh &Gelawêjê mijara dosyeyê ‘Di Çîroka Kurdî de Sî (30) Salên
Dawîn’ e.
Sersala we pîroz be, heta hejmareke dinê her bimînin bi xêr û xweşiyê…
NAVEROK
Di wêjeya kurdî de avakirina çemkan (II) – Dilawer ZERAQ / 3
Di berbangê – Berken BEREH /5
Çend hîmên wêjeya dinê – Adar JIYAN/ 6
Di gerînekên zemên de lêgerîna bedewî, hezkirin û serbestiyê –
Çîdem BARAN / 8
Awirek li ser romanên M. Ferho û zimanê wî yê demê û herweha
romana wî ya bi navê; “Xaltîka Zeyno” – Lokman POLAT / 10
Bêrî – Reyhan SARHAN / 14
Spartakus xemgîn e! – Omer COŞKUN / 15
Manîfestoya Maseya Seydayê Tîrêj (MST ) / 16
Stêrk’ li ser ‘Keleh’ê diçirûse! – Amed Çeko JIYAN / 17
Matêo Falkonê, Prospêr MÊRÎMÊ K’urdîya wê: Ezîz ê CEWO / 19
Li bendî te cejnek im – Kerem YÛSIV / 26
Kurd im ez – Ahmet HUSEYÎN / 27
Hevpeyvîn biMehmet AFŞARî re – Roşeng ROJBÎR / 28
Di çîrokên F. Bîlge de karekterên jin – (III) – Mehmet ÇAKMAK/ 30
Wêje û heqîqet – Huseyîn GUÇLU / 31
Ji tîna min – Umît ESEN/ 32
Min îro – Nûjiyan DÎCLE /33
Dosye: Sînemaya Kurdan / 34
Kurtedîroka Sînemaya Kurdan -Dêrsim OREMAR/35
Nîşeyên Sînematografiyê (1950 -1958); Robert BRESSON – Teymûr
EVDIKÊ / 40
Her dîmen qeydek ji nav jiyanê ye – Roza ERÎZÎN / 42
Dumîzansen û sînematografiya Y.Guney – Ercan ORHAN / 44
Li Ermenistanê fîlmên li ser kurdan – Prîskê MOHOYÎ / 47
Dema Hespên Serxweş – BarişMEHMETOGLU / 48
Hevpeyvîn bi Zeynel Doganî re / 52
Nexweş – Arjen ARÎ / 59
Li vî bajarî ku berf bariya – Welat DILKEN / 60
Arjen Arî – Berken BEREH, Ehmed HUSEYNÎ, Omer FÎDAN,
Elîxan LORAN, Fatma SAVCI, Serwet DENÎZ, Bawer RONAHÎ,
Omer Faruk BARAN, Şengul OGUR, Rêdûr DÎJLE, Roşeng
ROJBÎR, Mehmet ONCU, Feratê DENGIZÎ, Azad ZAL, Umît
ESEN, Omer DILSOZ / 61
Wergerandin huner e – Jemal NEBEZ / 65
Kulmek mêranî – Omer Farûk BARAN / 71
Lêl – Kenan KARAASLAN /72
Duzimanî (Bilingualism) – Hemed Elî QOSERÎ /72
Apê Mihonî – Selahattîn ÇAM/76
Çayname – Mele Evdilhekîmê BADIKÎ /78
Xaçepirsa Arjen Arî – Îmad BERNAS /79