Nivîsar

Kurdayetî bi qeweta îmanê dibe

Îro rewşa Kurdên Bakur û partîyên me li ber çav e. Perîşanî, parçebûn, bêtaqatî, bêhêvîtî, bê hest û helwestî, bêtifaqî, rêşaşî û gelek sedemên din ew di nava hebûn û tunebûnê e hiştine. Li gor min, sedema vê ya esasî bêqinyatî ye, ango ji xwe ne emîn bûn, bixwe ne bahwerî ye..

Nûrî Çelîk

Kurdayetî barekî giran e. Xebata Kurdayetîyê xebatek talûke û ewqasî jî xeter e. Rahiştina vî barê giran ne hêsan e. Kesên ku Kurdayetîyê bikin û destên xwe têxin bin kevir, divê her tiştî bînin ber çavê xwe û ji tu fedakarîyê nerevin. Fedakarî ji dilxwazî û bahwerîyê, dilxwazî  û bahwerî jî ji qebûlkirin û razîbûna xebatê pêk tê. Kesê ku ne xwedîyê bahwerîyek (îmanek) xurt û qewîn be û qinyata xwe bi bahwerîya xwe neyne, nikare têkeve bin vî barê giran. Têkeve bin jî nikare vî barî hilde û di encamê de wê di bin de bimîne.

Qinyat û bahwerîya kûr, ku di bahwermendîya olî de jê re îman tê gotin, ji bo serketin û bidestxistina amancekê çeka herî xurt e. Îman, ango bahwerîya xurt û kûr, di şer û tekoşîna azadîya neteweyên bindest de, di tekoşîna çîn û komên sivîl de, di şer û tekoşîna olî de, herweha di serketina armancên şexsî de rolek sereke dilîze. Kesayet, kom yan jî hêz û partîyên ku xwedîyê bahwerî û îmanek kêm bin û qinyata xwe bi doza xwe neanîbin, di nîvê rê de diteqinin, ji dozê direvin, hevalên xwe di nîvê rê de dihêlin, dikarin xiyanetê li heval, partî û doza xwe bikin û di encamê de doza xwe bifroşin. Qinyat, bahwerî û îmana xurt nîşana wêrekîyê, cesaretê, fedakarîyê, exlaq û berxwedanê ye. Kesê ku di doza xwe de, Kurdê ku di doza Kurd û Kurdistanê de ne xwedîyê qinyatek qewîn, ne xwedîyê bahwerî û îmanek xurt be, nikare li ber xwe bide û nagihê armanca xwe.

Bêguman bahwerî û îman bi serê xwe ne şertên serketin û qezenckirina şer û tekoşînê ye. Heger qinyata te bi te tunebe, heger te xwe di heqîqeta doza xwe de razî nekiribe û qîma xwe bi her tiştî neanîbe, bahwerî û îmana te jî xurt nabe. Gava qinyat, bahwerî û îmana te kûr bû û li ser esasê xwe rûnişt, tu li hember dijminê xwe dibî xwedîyê çeka herî bi hêz û hiner. 

Omer Muxtar, gava li Lîbyayê şerê Îtalîyan dikir, digot:  ” Heta em dijminê xwe ji xaka xwe bavêjin emê şer bikin. Di vê rêyê de heta em bimrin em mecbûr in ji bo îmana xwe û azadîya xwe şer bikin. Tu rêyek din tuneye”.

Omer Muxtar, di vir de îmana xwe tenê bi ola xwe neanîye, herweha îmana xwe bi doza xwe, bi azadîya milletê xwe jî anîye. Ji herdu alîyan ve xwedîyê bahwerî û îmanek xurt e û evê îmana xurt hiştiye ku li hember dagîrker û kolonyalîstên Îtalî li ber xwe bide û here sêdarê. Di serhildanên dîroka milletê Kurd de jî wilo ye. Îmana olî û qewmî hevdu temam kirine û hest û helwesta netewî di ruh û mejîyê berxwedêran de meyandiye. Şêx Saaîd, Saîd Riza, Qadî Mihemed, Barzanî û gelekên din bi vê bahwerî û îmana xwe doz û berxwedana xwe meşandine. Ev yek di berxwedana tevger û partîyên siyasî de jî wilo ye. Her çiqasî di tevgerên çep de bahwerî û îmana olî tunebe yan di astek kêm de be jî, divê bahwerî û îmana qewmî û Kurdistanî bi wan re hebe û xurt be. Heger bahwerî û îmana qewmî û Kurdistanî tunebe yan jî kêm be, ewê nikaribin şerê neyarên xwe bikin.

Marx, Engels, Lenîn, Stalîn, Mao, Hoçîmîn û kominîstên wek wan jî ne bê bahwerî û îman bûn. Erê îmana wan a olî û xwedayî tunebû, ateîst û materyalîst bûn. Lê di doz û bahwerîya xwe ya siyasî de xwedîyê bahwerî û îmanek xurt bûn. Hoşîmîn û Vîetnamî ne xwedîyê çek û sîlehên giran û nûjen bûn. Lê qinyata xwe bi xwe û doza xwe anîbûn, bi bahwerî û îmana xwe ya xurt zora dewletek wek Amerîkayê birin. Talîbanên Afganistanê bi derfetên kêm bi dehê salan şerê Rûs û Amerîkîyan kirin. Radestî dijminên xwe nebûn û di talîyê de bi ser ketin, îro desthilatdar in. Ev yek ne ji ber hebûna çek û sîlehên wan yên giran bû, ji ber xurtîya bahwerî û îmana wan bû. 

Di vê nivîsê de helbet armanc û mebesta min ne bahwerî û îmana olî ye. Kurd milletek e û helbet wê di nav de ol û bahwerîyên cuda jî hebin. Ev yek cihê rêz û hurmetê ye. Mebesta min qinyat, bahwerî û îmana qewmî û Kurdistanî ye. Îro rewşa Kurdên Bakur û partîyên me li ber çav e. Perîşanî, parçebûn, bêtaqatî, bêhêvîtî, bê hest û helwestî, bêtifaqî, rêşaşî û gelek sedemên din ew di nava hebûn û tunebûnê e hiştine. Li gor min, sedema vê ya esasî bêqinyatî ye, ango ji xwe ne emîn bûn, bixwe ne bahwerî ye. Kes û hêzên ku bi xwe ne bahwer bin, qinyata xwe bi xwe neynin û di ruh û mejîyê xwe de xwe razî nekin, îman û bahwerîya  wan a qewmî jî xurt û qewîn nabe. Gava bahwerî û îmana qewmî û Kurdistanî xurt nebe, hêvî dişkên, xewn û xeyal vedimirin, rê û armanc şaş dibin, dev ji her tiştî tê berdan, siyaset û armanca dagîrkeran tê qebûlkirin, asîmîlasyon normal tê dîtin û hest û helwestên netewî û Kurdistanî namînin.

Bi kurt û Kurmancî; kesên ku qinyata xwe bi xwe û doza xwe neyne, bahwerî û îmana wî ya qewmî ne kamil be, dev ji civaka Kurd û dagîrkeran berdin, nikarin xwe bi jin û zarokên xwe jî bidin qebûlkirin û wesselam. 

Back to top button