Cîhan

Tetbîqateke leşkerî ya xeternak

Artişa Îranê li Tengava Xurmizê dest bi tetbîqateke leşkerî ya xeternak kiriye, hem jî li devereke wisan ku bala dinyayê tev dikişîne ser wê tetbîqatê. Ev tetbîqat, çewa hatiye ragîhandin, wê şeş roj berdewam be. 

Çewa ku tê zanîn, Tengava Xurmizê devera derbaskirina neft û gaza xwezayî ye bo dinyayê. Ji %40 pêdiviya dinyayê di virê re derbas dibe. Îranê salek berê jî di eynî vê mehê de, deh roj tetbîqateke wek ya kiribû. 

Ev Tetbîqat vê carê gelek berfireh e û li ser milyonek m2 qada avê dê şeş roj bidomîne. Devera destpêkê çendî ku Tengava Xurmizê ye, lê belê berfirehiya wê Xelîca Besra û Bakûrê Okyanosa Hindê girtiye nava xwe; keştiyên şer, keştiyên binav, balafirên şer û gelek bot û kelekên tîmên taybet beşdar bûne.

 

Hebîbulah Seyarî ku serokê hêza deryayî ye, gotiye: Amaca me bi vê tetbîqata leşkerî ev e ku em wek hêza leşkerî ya Îranê peyam didin cîranên xwe ku em ê di rojên teng de jî karibin sînorên xwe biparêzin.

 Hêjaye bê gotin ku di salên bihurî de dema gengeşe li ser çekên kimyewî yên Îranê çêdibûn, Îranê hertim dinyayê bi radana Tengava Xurmizê tehdîdî dikir.

Baş e, tetbîqata leşkerî mafê her welatekî ye ku bike. Parastina sînoran jî mafê her artişekê ye ku biparêze. Lê belê tetbîqateke wisan li devereke xeternak û di demeke xeternaktir de, di ser de jî peyama ku dide cîranên xwe hêja ye ku li serê bête sêwirandin…

Back to top button