Rewşa Suriya ber bi kû ve diçe?
Di vê dema ku rejîma Assad bo hebûba xwe liber xwe dide û nefesên dawiyê dikişîne tirsek mezin li ba her kesî li Syrian peyda dibe. Gelo dê çi biqewime roja hilweşîna rejîmê? Kî wê bê şuna vê rejîmê? Wê çawe ev pirsgrêk û wêranbûna buyî di encama şer de çareser bibin? Dê desthilata nû çi bi xwe re bine? Komên çekdar ên şer kirine dê çawe çekan deynin, şer û kuştine rawestinin? Eva pirs û bi hezaran pirs tên mejî her mirovkî ser xaka Suriyan dijî.
Pirsa herî gîrîng a dê were pêş dê ev be; gelo vî gelî ewqas fedekarî kir û hemû gelê Suriya malen wan weran bûn, hatin kuştin û penaber bûn ji bo ku desthilateke islamî bi navê oldariyê despotîzmek paşverû were cihê wê me ev kir? Tişta diyar heya niha ewe ku hezên islamî bi hemû cur û rengên xwe, bi çekan û pereyan dest danîne ser beşek mezin ji şoreşa Suriya yê. Ev yek jî tê wê watêye ku dê di piştî hilweşîna rejîma Asaad, hewildana bidstanîna desthilatdariye ji aliyê van hêzan ve bê kirin. Jixwe hîn ji nihave gelek ji van gorupên tundrew komara islamî li cihên ew lê desthilatdarin radigihînin.
Ev xalên han liba praniya gelên Suriya yê bitaybtî pêkhatên civakê yên mîna Alawiyan, Durziyan, Xiristiyan û Kurdan çêdike. Metirsên gelek mezin hene ku ev pêkhatên ku di dema rejîma Bass de ji pekolî li wan dihat vê carê pêkoliyek din li ser wan bê revebirin belkî jî gelek dijwartir be. Îro li ser xaka Suriya yê gelek hêzên tundrew û metirs li ser aramiya civaka Suriya yê hene û roj bi roj bi hêztir dibin.
Ya diyar ji tevahiya cîhanê re ewe ku Tirkiye û Qatar hukmê xwe ser beşek mezin ji opozisyona Surya yê kirine. Ew di destê wan de bûye mîna maşeyekî û wê li gor berjewndiyên xwe bi revedibin.
Mebesta Tirkiyê ji vê yeke diyare, ew jî ewe ku opozisyona Suriya yê ya ku di piştî ruxandina rejîme de bibe desthilatedar di destê wê de be da ku bi yekcar rê li ber hebûna û misugerkirina mafên Kurdan li Suriya dahatu de bi temamî biger. Ji vê yekê zêdetir ew armanc dikin ku Suriya bibe nola herêmek ji Tirkiye da ku miradên xwe yên toranî bicihbinin. Ev yek cihe metirsiya mezine cem kurdan û beşek mezin ji heza demokrat a Suriya.
Xala din ya herî cihê metirsiyê ye ku dirêjbûna şer bibe sedama şerek navxweyî û şerê tolhildanê demek dirêj berdweam bike. Dîsa wêranbûna beşek mezin ji mal û avahiya xizmekirina civakî wê demek dirêj berdewam bike. Ezmûna Iraqê li berçavên me ye. Dibe ku ev rewş li Suriya hîn dirêjtir berdewam bike jiber ku dirêjbûna rewşek weha Suriya yêk lewaz, bikêşe û neçera di berjewendiya Israîl de ye.
Ez naxwazim bi reşbînî li pêşeroja Suriya binêrim, lê ya diyar wisaye. Em ber bi rewşek tevlîhev, tarî, bêseî, bêbinî û tijî bi metirsî ve diçin. Kî dê muhra xwe li vê deme bide hinekî diyar bûye, hêzên tundrew û bazirganên xuyînê yên ku li şorêşê siwar bûn ew in. Ji aliyê din ve weranî û belengazî dê bêsînor xwe raxe ser civaka Suriya. Rewşa kurdan dê çibe û çawebe, ez dê mijara gotara min a din be.
Nezîr Silo