CîhanRojev

Nêçîrvan Barzanî gihîşt koşka Buckinghamê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt koşka Buckingham a li Londonê û bi serkirdeyên cîhanê re tevli merasima oxirkirin û veşartina cenazeyê Şahjina Brîtanyayê Şahjin Elizabeth a Duyem dibe.

Êvara îro Yekşembê 18ê Îlona 2022an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarîkirina di merasima cenazeyê Şahjin Elizabeth a Duyem gihîşt Londonê.

Şahê Brîtanyayê Şah Charles ê Sêyem û hevjîna wî Kamila êvara îro li koşka Buckingham pêşwazî li serkirdeyên cîhanê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî bo vê merasimê hatiye vexwendin.

Piştî ku ji aliyê Şah Charles ê Sêyem ve hatin pêşwazîkirin, ji bo her serok û serkirdeyekî demek tê diyarkirin daku xatir ji Şahjin Elizabeth bixwaze.

Li seranserê cîhanê ve gelek serok, serokwezîr û wezîr û balyoz di merasima oxirkirina Elizabeth a Duyem de amade dibin.

Back to top button