Şandeke Kurdên Efrînê derbarê pirsa avakirina komelgehên niştecihkirinê li herêma Efrînê ji aliyê saziyên Filistînî ve, roja 8ê Îlona 2022an serdana Konsulê Filistînê yê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî kirin û nameyek nerazîbûnê radestî wî kirin.
Wezîrê Derve û Koçberan ê Filistînê Riyaz El-Malikî di nameyekî de bersiva şanda Efrînê da û got: “Derbarê avakirina komelgehên niştecihbûnê ji bo niştecihkirina Filistîniyan li Efrîn – Sûriyê de ku hin ji wan komeleyan navên Filistînî hildigirin, li gorî zanyariyên gihîştine me, ev karekî takekesî û ji aliyê komeleyên ku nûnertiya dewleta Filistînê nakin ve hatiye kirin. Rêxistina Rizgariya Filistînê û têkoşîna wê ya berdewam ji bo pêkanîna dewleta Filistînê bi paytexta wê Quds El-Şerîf, bi hemû gelê me yê Filistînê re, pabendî mafê vegerê ye û hemû projeyên niştecihbûnê jî red dike. Yê ku projeyên niştecihbûnê red bike û ji bo azadî û serxwebûnê têdikoşe, nikare kiryarên destdirêjiya li ser zevî û milkên kesên din bipejirîne, bi taybet ku ew kes an kom Filistînî bin.”
Her wiha Wezîrê Derve û Koçberan ê Filistînê di nameya xwe de dibêje: “Ji ber vê yekê, em niştecihkirina her Filistîniyekî di bin çi navî de li ser axa Kurdî û ne-Kurdî red dikin û em qebûl nakin maf û milkên malbatên Kurd li Efrînê û deverên din ên Kurdî li bakurê Sûriyê bên binpêkirin.”
Riyaz El-Malikî di dawiya nameya xwe de got: “Pêzanîna me ya mezin ji bo gelê Kurd li Sûriyê heye ku li kêleka têkoşîna gelê Filistînê rawestiya, şehîd dan û di nav refên şoreşa Filistînê de xebat ji bo mafên gelê Filistînê kirin.”