CivakRojev

Fermandara “YJA Starê” Gamze Laçîn jiyna xwe ji dest daye

HPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku, fermandara YJA Starê di meha Tebaxa 2022an de li navçeya ku PKKê navê “Herêmên Parastinê yên Medyayê” lê kiriye, di encama êrîşeka Tirkiye de jiyana xwe ji dest daye.

Fermandara YJA Starê “Gamze Laçîn” di nava refên PKKê de wek Amara Ronahî dihat naskirin ûew ji Dersimê bû, lê li bajarê Mersînê niştecîbûn li wê derê ji dayik bûye.

HPGê herwiha diyar kiriye, Amara di sala 2011an de li parêzgeha Erziromê tevlî refên PKKê bûye û di sala 2014an de li dijî DAIŞê tevli şerê berxwedana Kobanî bûye.

Bavê Gamze Laçîn, Mehmet Laçin berê çend caran li bajarê Îzmîrê li ber avahiya HDPê dest bi çalakiya nerazîbûnê kiribû û daxwaza vegerandina keça xwe kiribû.

HDP red dike ku mijara çûna ciwanan bo nav refên PKKê têkilî bi wan hebe û çalakiyên dayik û bavên kesên diçin nav refên PKKê weke plan û lîstokên dewletê yên li dijî xwe dibîne.

Bavê Gamze Laçîn, li bajarê Îzmîrê li ber avahiya HDPê doza vekeça xwe dikegera

Ev yek jî şikê têxe li ser kuştina Gamze Laçîn..Gelo ji bo babê wê li ber avahiya HDPê doza vegerandina keça xwe kirî Gamze hatiye kuştin,yan jî rastî di êrîşeke Tirkiye de hatiye kuştin.Gelek cara eşkerebûye ku, hinek kesên di nava PKKê de rêkirîn kuştinê bi awayek din kuştina wan tê ragihandin.

Back to top button